13 çete hatin kuştin
Duşem 6 Çile 2025 - 03:00
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 3 rojan a berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarê rojhilat û başûrê Minbicê eşkere kir û wiha got:’’Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin li eniyên şer ên Bendava Tişrînê û herêmên başûrê rojhilatê Minbicê pêşde biçin. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê roja Şemiyê tevahî êrişên bi desteka balafirên bê mirov û yên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, têk birin û derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Pêr saet di 13.00ˈan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên derdora Bendava Tişrînê domandin. Hêzên me bersiva êrişan dan û şer û pevçûn heya saet 17.00ˈan dewam kir. Dewleta Tirk di saetên sibehê de bi obîsan herêm bi dijwar topbaran kir. Piştre êriş li ser Girê Syriatel dan destpêkirin. Hêzên me ku bersiva êrişê dan, erebeyeke çete tê de bûn tinekirin. Bi qasî hate tesbîtkirin 8 çeteyên di erebeyê de bûn, hatin kuştin. Saet di 13.30ˈan de çeteyan êrişa Mezreya Ebû Seîd kir. Şervanên êriş têk birin. Li vir jî bi qasî hate tesbîtkirin 5 çete hatin kuştin. Piştî tevahî êriş ji aliyê hêzên me ve hatin têkbirin û derb li dijmin hate xistin, vê carê deriyê têketina gundê Xirbe Zemala bi obîsan bi dijwarî topbaran kirin. Li aliyekî din Yekîneyên Şehîd Harûn li 13 hedefên dijmin (nuqte, kombûn û erebe) xistin. Hêzên me li nêzî bajarê Dêr Hafirê li nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan. Li vir çeteyek bi giranî birîndar bû. Roja Înê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke şer kargeha şekir li rojhilatê bajarê Dêr Hafirê bombebaran kiribû. Di encamê hin beşên girîng ên kargehê wêran bûn. Tevî ku ev kargeh cihekî sivîl û aktîf e ku xizmeta şêniyan dike, lê dewleta Tirk a dagirker li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê debara jiyana şêniyan dike, her tiştî dike hedef, binesazî jî ji êrişên wê nafilitin."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN