Rê li ber demokratîkbûnê vebikin

Duşem 6 Çile 2025 - 02:55

Prof. Mehmet Bekaroglû ku yek ji îmzevanên deklarasyona “Aştî û Demokrasî ji bo me tevan e” ye, têkildarî geşedanên dawî axivî.  Bekaroglû, anî ziman ku ew rast nabîne ku pêvajoyeke hêj nav lê nehatiye kirin lê dikare pêşî li ber tundî û mirina mirovan bigire bi milahezeyên siyasî were destgirtin û got:’’Mijara em qala wê dikin pir hesas e û dikare ji her hesabên teng û demkî bibandor bibe. Lewma divê piralî bên nirxandin û axaftin. Bahçelî pir bi eşkereyî got; ‘Bila Ocalan di koma DEM Partiyê de biaxive, bibêje teror qediyaye û rêxistin hatiye tesfiyekirin. Bila mafê hêviyê bidin Ocalan û ji girtîgehê derkeve.’ Ev îfade pir zelal in lê em hinek din zelaltir bikin. Tişta ku Bahçelî dibêje û Erdogan piştgiriyê didê û ji bilî partiya rastgirên tundrew/neteweperest hemû partî li dij derneketin ev e; wê ji vir û şûnde meseleya Kurd ne bi rêbaza tundî/terorê lê bi rêya siyasetê bê nirxandin. Divê egera vê gotinê bi cih bînin û hemû rêyên siyaseta serbest bên vekirin. Ji bo vê jî divê sererastekirinên makezagonî û zagonî bên kirin. Guherînên zagonî ne tenê bi vê bisînor in, ji bo Ocalan û rêveberên rêxistinê wê efû were derxistin. Li gel vê, gelek hûrgiliyên rêbazê hene, her yek ji van pir girîng in.” 

Geşedanên li cîhanê 

Bi domdarî Bekaroglû, diyar kir ku geşedanên li herêm û cîhanê rê li ber pêvajoyeke wiha vekiriye û got:“Li gorî min salên pêş de wê rêgeha navenda siyaset û ewlehiyê ber bi pasîfîkê ve biçe. Îxtîmalekî mezin e wê Elementên Axê yên Kêm (NTE) şûna petrolê bigire. Ew ê reqabeta di navbera NATO û Çîn, welatên Asya-Pasîfîk û Rûsyayê diyarker be. Ango wê cîhan bibe du qutb. Di rewşekî wiha de DYE ji bo berjewendiyên xwe dixwaze ewlehiya Îsraîlê misoger bike. Bi deh hezaran kes li Xeze û Lubnanê ji bo vê hatin qetilkirin. Lewma Hamas û Hîzbullah tên tunekirin û Îran tê qelskirin. Tiştên li Sûriyeyê ji bo vê pêk hatin. Her kes dibîne ku heke Tirkiye bi şer tev li van geşedanên li Rojhilata Navîn bibe wê winda bike.” 

Helwesta CHP’ê 

Bi domdarî Bekaroglû, diyar kir ku di xwezaya karên çareseriyê de daxilkirina hemû derdorên siyasî heye û got:“Li gorî min wê tu derdorên siyasî nekevin nava hesabên teng û demkî. Lê divê hikûmet û alî vê yekê ji mirovan re bibêjin. CHP’ê jixwe helwesta xwe nîşan da. Dixwaze li Meclisê be û zelal be. Ya ku dikeve ser milê Meclisê ew e ku bi sererastkirinan di makezagon û zaoganan de çêbike û rê veke. Ji ewil divê zemîna siyaseta serbest bi temamî bên tesîskirin. Li gorî min bi banga Ocalan dê pêvajo dest pê bike. Heneka van rêyan tune ye. Me dît bê piştî bidawîbûna pêvajoya din bedelekî çiqas girîng hate dayin.” 

Desthilat dikare pirsgirêkê kûr bike 

Bekaroglû, anî ziman ku tevahiya tiştên diqewimin eleqeya xwe bi geşedanên li Sûriyeyê re heye û got:“Tirsa min ew e ku ev pirsgirêk pêvajoyê jehrî bike. Derdorên hikûmetê dibêjin qey wê vê mijarê pir bi hêsanî çareser bikin. Lê ne wisa ye. Heta niha nêzî nîvmilyon kes mirin. Ji vir û şûnde dikare her tişt bibe. Ez ji dirûşma hikûmetê ya ‘Duh Ayasofya, îro Mizgefta Emewî, sibe Mescîd-î Eqsa’yê ditirsim. Li Sûriyeyê dikare her tişt bibe. Aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê pir girîng e. Li gorî min jî divê ev pirsgirêk êdî bi dawî bibe û mecbûr e bi dawî bibe. Ji bo vê jî her alî ji her demê bêhtir amade ne. Erê rast e xetere jî hene lê geşedanên li herêm û cîhanê dikarin çareseriyê hêsantir bikin. Lewma gotina ‘hesabên teng û demkî’ li gorî min ji bo muxalefetê hatiye gotin. Xelet e. A rast ‘hesabên teng û demkî’ yên îktîdarê dikare vê pirsgirêkê kûrtir bike.” 

MA/FIRAT CAN ARSLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.