PKK cewhera mirovahiyê ye

Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:52

Bi salane dewletên hegemonîk û statuparêz dixwazin herêmê parçe bikin û gelên herêmê berdin hev, da ku bikaribin deshilatdariya xwe li ser wan bimeşînin. Lê Rêber Apo di çarçoveya xeta sêyemîn de paradîgmaya Netewa Demokratîk ava kir. Baxçeya kevnar û dîrokî ya Rojhilata Navîn ji nû ve şîn kir. Bi saya fikir û ramanê Rêber Apo çiyayên azad bûne hêlîna şoreşgerên gelan. Şervanên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî û Ermenî li serê wan çiyayên bi heybet mil bi mil ji bo azadiyê têkoşîn dikin. Du gerîlayên Ereb ên di nava wan şervanên azadiyê de têkoşîn dimeşînin, di derbarê 27’ê Mijdarê de ji ANF’ê re axivîn û hestên xwe anîn ser ziman.

Divê Ereb ji Rêber APO baş fam bikin

Gerîlayê HPG’ê Azad Dêrik di destpêka axaftina xwe de 27’ê Mijdarê pîroz kir û bal kişand ser girîngîya têkoşîna PKK’ê ya ji bo gelan ku bûye mînakeke gerdûnî û got:“Roja 27’ê Mijdarê ji bo gelên herêmê mîladeke nû ye. Di vê rojê de em berxwedaniya gelan bibîr tînin. Ev tevger tevegereke dîrokî ye. Ev tevger li dijî zilm û deshilatdariyê derket. Rêber Apo heqîqetê nîşanî me da û rastiya gelan derxist holê. Ji bo wê jî pêwîste her roj em azadiya fîzîki ya Rêber Apo bixwazin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e. Pêwîste herî zêde gelê Ereb Rêber Apo fêm bike. Pêwîste gelê me qebûl neke ku ti kes deshilatdariyê li ser bimeşîne. Ez jî wekî zarokekî vî gelî tevlî vê şoreşê bûme. Ji ber şoreşa me şoreşeke sosyalîstiyê ye, şoreşeke mirovatiyê ye. Bi saya Rêber Apo em gihîştin vê rojê.”

Ti kes nikare gelan jihev veqetîne

Azad Dêrik nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir:“Êdî tu kes nikare di navbera me de cudabûnê çêbike. Em hemû zarokên gelên vê herêmê ne. Em dixwazin bi ziman, çand û cewhera xwe azad jiyan bikin. Berê gelê Kurd nedikarî bi zimanê xwe biaxive, îro bi saya Rêber Apo bi çand û zimanê xwe jiyan dike. Ji bo wî gelek berdêl hatin dayîn. Gelek heval canê xwe dan. Pêwîste em tu carî wan ji bîr nekin. Em îro gihîştine qonaxeke dîrokî. Pêwîste em heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin. Em heya têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê, heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin em ê li ber xwe bidin. Em ji vir heya îmralî silavên xwe ji Rêber Apo re rêdikin û em vê rojê li Rêbertî û tevahiya gelan dubare pîroz dikin.”

Rêber APO guhertinên dîrokî pêkanîn

Gerîlayê HPG’ê Demhat Rojava jî wiha got:“27’ê Mijdarê rojeke dîrokî ye ji bo gelan. Di despêka avabûnê heya niha vê tevgerê gelek guhertin bi xwe re anî. Guhertin di her warî de pêk hatin. Di warê bîrdozî, pratîkî û têkîliyên di navbêra gelan de gelek guhertin bi xwe re anî. Di destpêkê de ev tevger grubeke biçûk bû, lê belê ne tenê gelê Kurd, bang li hemû gelan dikirin û dixwestin fikir û ramanê Rêber Apo belav bikin. Bêguman avabûna vê tevgerê ji bo me kêliyeke dîrokî ye. Di nava civakên Rojhilata Navîn de demokrasî, sosyalîzm û azadiya jin bi avabûna vê tevgerê destpê kiriye. Beriya tevgera Rêber Apo kes behsa azadiya jinê nedikir. Bi derketina tevgera Rêber Apo şoreşa jinê avabû. Beriya vê tevgerê ferq û cûdahiyeke mezin di navbera gelan de hebû. Hebûn û nasnameya gelê Kurd nedihat qebûlkirin. Gelê Kurd di navbera hebûn û tinebûnê de bû. Fîzîkî hebûna wî hebû, lê nasname û dîroka wî dihate înkarkirin. Rêber Apo li ser bingeha azadiya vî gelî pêngava 27’ê Mijdarê avêt û tevger ava kir. Ev roj ji bo me wek sondeke, sondeke nû ye, rojeke nû ye. Ji bo wê jî em ti carî vê roja dîrokî jibîr nakin. Pêwîste em rast nêzî vê rojê bibin, rexnedayîna xwe bidin û xwe ji bo têkoşîna demên pêş, ji bo nivîsandina dîrokeke nû amade bikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.