Bila Rojava azad be

Duşem 6 Çile 2025 - 02:35

Zahîde Batu ya tevli çalakiya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê dibe wiha got:"Bila Rojava azad be."

Çalakiya nobetê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo û Pirsûs-Kobanê bi hefteyane didome. Li her du xetên sînor ji bo bibin dengê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo êrîşên Tirkiye û SMO'yê bên rawestandin bi rojane nobet didome.

Yek ji dayikên tevli çalakiyê dibe Zahîde Batu ya 53 salî ya di bi hefteyan e di nobetê de cih digire. Kurê wê Hogir Batu 9 sal in girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Hogir Batu tevî pirsgirêkên tenduristiyê dijî di hucreyê de tê girtin. Zahîde Batu ji bo kurê xwe û hemû girtiyan di nobetê de cih digire û daxwaza aştiyê dike.

Divê çareserî pêk bê 

Zahîde Batu da zanîn divê çareserî pêk were û wiha got: “Em ji bo aştiyê li vir in. Em Kurd û Tirk wek hev in. Em ligel hev dijîn. Em di bin sîwaneyekê de ne. Bila aştî pêk bê. Bila şer bidawî be. Kurê min Hogir girtiye û 5 sal in tenê di hucreyê de tê girtin. Tiştek nekir kurê min. Li Nisêbînê hat girtin û muebeta giran lê birîn. Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle. Ya tê kirin zilm e. Kurê min nexweş e ji me dûr e. Surgun dikin. Em nikarin biçin hevdîtinê. Divê derî vebibin û çareserî pêk bê.”

Bila Rojava azad be

Zahîde Batu balkişand ser sînorê navbera Nisêbîn û Qamişloyê û got: “Xizmên me hemû li wir in. Di cejnê de deriyên sînor vedibûn. Me cejna hev pîroz dikir. Lê êdî em hev nabînin. Sînor kirin navbera me. Em dixwazin azad bin. Em aştiyê dixwazin. Bila girtî bên berdan. Bila kes nemire, em di aştiyê de bijîn. Bila Rojava azad bibe.”

JINNEWS/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.