Tecrîd ‘’amûra zilmê’’ ye

Sêşem 13 Tebax 2024 - 01:15

  • Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Yeter Erel anî ziman tecrîda li ser Rêber Ocalan li nav civakê dibe sedema travmayên giran û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nava beşeke mezin a gelê Kurd de dibe sedema hêrsê. ‘’ Erel tecrîda li ser Ocalan weke ‘‘amûreke zilme’’ bi nav kir û got,’’ Ez bang li gelê me û raya giştî ya navneteweyî hemûyan dikim; em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re têbikoşin û ji bo edalet û aştiyê dengê xwe bilind bikin.”

Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Erel diyar kir dewlet bi tecrîdê re dixwaze îradeya siyasî ya gelê Kurd bişikîne û lêgerînên demokrasî û aştiya civakî têk bibe. Erel destnîşan kir ev îzolasyon her wiha ji bo muxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê û hêviyên aştiya civakî derbeyeke giran e.

Erel anî ziman ku tecrîd li nava civakê dibe sedema travmayên giran û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nava beşeke mezin a gelê Kurd de dibe sedema hêrsê. Ev rewş ne tenê gelê Kurd, her wiha ji aliyê neyînî ve bandorê li beşên civakî yên di lêgerîna edaletê de ne, dike. Bi taybetî, di nava nifşên ciwan de li dijî van polîtîkayên zordar ên dewletê lêgerîna edalet û berxwedanê hîn xurttir dibe."

Girtîgeh bûne navendê êşkenceyê

Erel diyar kir polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û ev tişt got: “Şert û mercên girtîgehê her roja ku derbas dibe, hîn xirabtir dibe. Bi taybetî li ser girtiyên siyasî yên Kurd, zext zêde dibin. Mafên wan ên peywendiyê tê astengkirin û cezayên disîplînê yên kêfî zêde tên pêkanîn. Rewşa girtiyên nexweş jî pir giran e. Mafê wan ê xizmeta tenduristiyê tê astengkirin. Gelek girtiyên nexweş ên di xeteriya jiyanî de ne bi hêviya mirinê ve têne hiştin. Ji sala 2023’yan ve zêdeyî hezar û 600 girtiyên nexweş li girtîgehan e û ji van 600 di kategoriya nexweşên giran de ne. Ev şert û merc nîşan didin ku girtîgeh bûne navendên êşkenceyê.”

Piştevaniya gel ewlehiya herî girîng e

Erel anî ziman ku îsal malbatên girtiyan û komele gelek çalakî û merasîm li dar xistin û wiha pêde çû: “Bi çarçoveya van çalakiyan de her hefte em li ber girtîgehan çalakiyên rûniştinê lidar dixin. Di serî de li Kurdistanê, li her çar aliyên Tirkiyeyê bi rengekî hemwext ev çalakî tên lidarxistin. Ev çalakiyên me yên ‘Deng bide azadiyê’ ji bo rabûna tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji bo bidawîbûna şert û mercên dermirovî yên li girtîgehan dengekî xurt û banga piştevaniyê ye. Rewşa girtiyên nexweş jî weke meseleyeke lezgîn li pêşberî me disekine. Em ê jî çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo agahdarkirina raya giştî û di platformên neteweyî û navneteweyî de vê pirsgirêkê bixin rojevê, em têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Di vê pêvajoyê de alîkarî û piştevaniya gelê me, wê bibe ewlekariya herî girîng a vê têkoşîna edaletê.”

Tecrîd tesîra li me hemûyan dike

Erel xwest ku xwedî li têkoşîna edalet, aştî û mafên mirovan bê derketin û ev tişt got: “Polîtîkayên tecrîdê amûreke zilmê ye ku ne tenê kesekî yan jî civakekê, bandorê li me hemûyan dike. Divê em li dijî vê zilmê bisekinin û rûmeta mirovahiyê biparêzin. Em ji bo aştî, edalet û azadiyê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Em ji bîr nekin; bêdengmayîn, tê wateya hevkariya zilmê. Ji bo ku her kes bibe parçeyekî vê têkoşînê û edalet pêk were, çi ji destê kê tê divê bike. Eger em bi hev re tevger bigerin, em ê rêya ku diçe azadî û aştiyê bikarin vebikin. Ez bang li gelê me û raya giştî ya navneteweyî hemûyan dikim; em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re têbikoşin û ji bo edalet û aştiyê dengê xwe bilind bikin.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.