Peyam ji bo aştiya li Rojhilata Navîne

Pêncşem 2 Çile 2025 - 02:45

Di derbarê peyamên Rêber Abdullah Ocalan de Mamosta Cotyar Feqê û Nivîskar Hawkar Nesredîn ên li Germiyanê axivîn.

Mamostayê Dîrokê Cotyar Feqê Silêman diyar kir ku weke kesek Kurd ji bo wî başiya tenduristî û bilindbûna moralê Rêber Apo gelek giringe û got:“Bi agahî wergirtina ji Rêber Apo keyfxweşbûn. Wekî din peyamên Rêber Apo hertim ji bo aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn bûye. Peyamên Rêber Apo hertim ji bo hevre jiyan û demokrasiyê ne.”

Di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de jî Mamosta Cotyar Feqê got:“Li gor min hemû rêyên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn diçin Îmraliyê. Wê ev pirsgirêk li Îmraliyê bên çareserkirin.” Mamosta Cotyar da zanîn ku divê hemû hêz û neteweyên herêmî û cîhanê li ser helwesta Rêber Apo ya ji bo hevrejiyan û biratiya gelan helwesta xwe nîşan bidin û got:“Felsefe û peyamên Rêber Apo ji bo aştiyê ne. Ev aştî ji bo hemû Rojhilata Navîne, ne tenê ji bo Kurdan e. Peyama Rêber Apo ya dawî jî ji bo aştiya li Rojhilata Navîn bû.”

Ger guh nedin wê xwîn birije

Nivîskar û Çalakvan Hawkar Nesredîn jî got:“Em di peyama Rêber Ocalan de wê yekê dibînin ku peyamek gelek bihêz dide dewleta Tirk û destê aştiyê dirêj dike. Ger dewleta Tirk guh nede vê banga aştiyê wê li Rojhilata Navîn hîn zêdetir xwîn were rijandin. Peyama Rêber Ocalan ji bo wê yekê ye ku dewleta Tirk bizane çareserî tenê aştî ye. Ger desthilatên herêmî ji peyama aştiyê têbigihin, wê ti pirsgirêkek me Kurdan li gel gelên herêmê nebe. Eger Erdogan vê peyamê giring wergire, wê ew bi xwe jî ji senaryoyên heyî rizgar bibe. Ji ber ku senaryoyek mezin û reş ji bo Rojhilata Navîn hatiye danîn. Peyama Rêber Apo ji bo hemû Rojhilata Navîn e û dikare li herêmê dawî li xwîn rijandinê bîne.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.