Ocalan aktorekî girîng e

Sêşem 31 Kanûn 2024 - 02:40

Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li Ticino panelek hat lidarxisitn. Di vê panelê hat diyarkirin divê tecrîd bi dawî bibe û hat gotin:”Ocalan aktorekî girîng e.”

Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku ji bo azadiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê tê meşandin, çalakî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Bellinzona yê kantona Ticino ya Swîsreyê, Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Ticino panelek lidar xist. Panel bi sernavê 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' pêk hat û Serokê Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Borioli, Serokê Komeleya Çandê ya Punto Rosso ya li Îtalyayê Roberto Mapelli û bi navê Navenda Civaka Kurd a Ticinoyê Ahmet Yaman weke qiseker tevlî bûn. Aktîvîsta Collettivo Scintilla Selîn Devrîm moderatorî ji panelê re kir.

Ocalan aktorekî girîng e

Qisekerê destpêkê yê panelê Dr. Beppe Savary anî ziman ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên cîhanê lîderekî girîng e. Beppe Savary destnîşan kir ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo çareseriya şerê li Rojhilata Navîn mifteya çareseriyê ye û got, "Kampanya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan beriya salekê destpê kir, ji bo bi ser bikeve divê hîn bêhtir bi xurtî bê meşandin, hewl bê dayin. Rêya bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn paradîgmaya neteweya demokratîk a Ocalan e. Ev paradîgma derfetê dide gelan ku di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan aktorekî girîng e. Divê azadiya wî bê misogerkirin û di vê oxirê de em têkoşîna xwe mezin bikin."

Fikrên Ocalan hîndekar e

Qisekerê duyemîn Roberto Mapelli jî anî ziman ku fikrên Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû Ewropayê hîndekar e û destnîşan kir ku fikrên Ocalan ên li ser azadiya jinê û ekolojiyê bi rêya mînaka Rojava dikare bê fêhmkirin. girseyên hîn mezin."

Divê kampanya bê xurtkirin

Qisekerê dawî yê panelê Ahmed Yaman diyar kir ku divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bi dawî bibe û got, "Kampanya ku par hate destpêkirin girîng bû, lê belê hîn jî encama ku jê tê xwestin bi dest neketiye. Têkoşîna ji bo Rêber Apo tê meşandin divê bi çalakiyên hîn xurt dewam bike."

ANF/TICINO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.