Em ê li gel QSD'ê bin
În 3 Çile 2025 - 02:45
Şeniyên Kantona Firatê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk û çeteyên wê dan û gotin:"Şervanên me li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî didin meşadin, em ê jî her tim piştgiriya hêza QSD'ê bikin, heta ku em dijminê hov têk bibin."
Şêniyên Kantona Firatê têkildarî dagirkirina axa Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdarî wê ve, nêrînên xwe anîn ziman.
Şêx Ehmed Hemo êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kir û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk her tim dixwaze herêmên me dagir bike, lê ev yek ji wan re bibe xeyal.”
Ev axa me ye
Cîhan Bozan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşên xwe li her herêmê pêk tîne û got: “Em tu carî nahêlin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rihetî derbasî ser axa me bibin, divê ev dagirker ji axa me vekirşin ev axa me ye, ev der welatê me ye.”
Bila ji axa me vekişin
Osman Ibrahîm destnîşan kir ku ev walat ne yê dewleta Tirk û ne jî yê çeteyên wê ye û got: “Em tu carî nahêlin dewleta Tirk derbasî axa me bibe, bila ji axa me derkevin axa me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, bila ji axa me vekişin.”
Em ê li ber xwe bidin
Şêrîn Ehmed anî ziman ku ew ê her tim piştgirya hêza QSD'ê bikin da ku axa Sûriyeyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê paqij bikin û wiha got: "Heta ku hêza me hebê em ê li ber xwe bidin û nahêlin dergirkerî li ser axa me bijî. Bila dewleta Tirk dest ji axa me berde û jê vekişe.”
Em ê li gel QSD'ê bin
Berfîn Ismaîl berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir û diyar kir ku ew ê her tim piştgiriya QSD'ê bikin û got: "Şervanên me li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî didin meşadin, em ê jî her tim piştgiriya hêza QSD'ê bikin, heta ku em dijminê hov têk bibin."
ANHA/KOBANÊ