Ev êriş li dij dengê jinê ye
În 3 Çile 2025 - 02:50
Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil a ku şîrketa wan ji aliyê asayişê ve hat girtin got: "Ev êriş, li dijî reng, deng û azadiya jinê ye."
Li Herêma Kurdistana Federe Asayîşa Silêmaniyeyê bi awayekî hemwext, bi ser navendên Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye Asayişa Silêmaniyê bêyî nîşandana nivîseke fermî ya têkildarî biryara dadgehê bi ser navendan girtin û bêyî belgeyeke fermî hebe girtin. Bertekên li dijî girtina saziyên jinan dewam dikin.
Têkîldarî mijarê xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil axivî.
Tewar Adil diyar kir ku di tu pirsgirêkên wan ên yasayî nebûne û bi awayekî keyfî saziya wan hatiye girtin û wiha axivî: "Bêyî ku agahî bidin me asayişa Silêmaniyê bi ser avahiya me girtin. Bêyî ku belgeyeke fermî nîşanî me bidin gotin,'biryar ji me re hatiye ragihandin ku ev der bê girtin û hûn vî karî bi dawî bikin' lêbelê der barê vê biryarê de jî ti belgeyeke fermî nebû. Lê ji me re gotin,' belge tune ye û divê ku hûn cihê karê xwe bigirin' beriya ku asayiş bi ser avahiyê de bigire ti agahiyeke me nebû. Yan jî beriya niha ji aliyê hiqûqî de ti pirsgirêkê me nebû ku em nekarîn karê xwe li Başûrê Kurdistanê bimeşînin. Me jî ji wan daxwaz kir ku belgeyeke fermî bînin ku weke ku ew dibêjin em karê xwe bisekînin. Tenê ji me re tişta ku gotin, ev ferman ji Iraqê hatiye û divê bê girtin. "
Ev êriş li dij dengê jinê ye
Tewar Adil anî ziman ku ji bo dengê jinan bibirin saziya wan hatiye girtin û got ku armanc ew e ku têkoşîna jina kurd a ku li cîhanê belav dibe pêşî lê bê girtin û got: "Li vê derê têkoşîna jinan a li hemberî dagirkeriyê û li hemberî hişmendiya baviksalarî di asta herî jor de ye. Hemû cîhan jî behsa têkoşîna jin dike. Di nav herêmeke serbixwe ango Başûrê Kurdistanê ku 33 sal in hikûmet e dikare bi hêsanî weşana prodûksiyoneke ku weşana jinan dike bigire. Em vê helwestê şermezar dikin. Ev êriş li dijî rengê jin, dengê jin û azadiya jinê ye."
Divê rojnameger karibin karê xwe bikin
Tewar Adil bi lêv kir ku ji bo Iraq û hikûmeta herêmê vê biryarê betal bikin dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û got: "Hikûmeta Federal a Kurdistanê dibêje,' ev biryareke navendî ye' ji ber çi ev biryar hatiye girtin em jî nizanin. Tiştekî rast ji bo me nehatiye gotin. Lêbelê li dijî vê biryarê em ê serlêdanên xwe yên hiqûqî bikin. Li ser vê biryarê lêkolînên me berdewam dikin. Em dixwazin ku bizanibin ku ragihandineke jin çima hate girtin. Ev biryare nayê qebûlkirin. Divê ku hikûmeta Iraqê vê biryarê betal bike û rê veke ku rojnamegerên jin bikaribin karê xwe bikin."
MA / NAVENDA NÛÇEYAN