2025 wê bibe sala serketinê

În 3 Çile 2025 - 03:15

  • Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku 2024'an ji bo gelê Kurd bû saleke ji serketinên bi berxwedanê û got: Sala 2025'an di dîroka têkoşînê de wê bibe saleke diyarker.

Di beşa pêncemîn û dawî ya hevpeyvîna taybet de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik derbarê konsepta şer a 9 sal in dewam dike ev nirxandin kirin:’’Çil sal in em li hemberî dewleta Tirk a qirker mêtinger şer dikin. Encamên vê têkoşîna me li holê ne. Derb li dijminê qirker mêtinger hate xistin, hate lawazkirin û Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê jî gav bi gav mezin bû û gihîşt vê astê. Tevgera me paradîgmaya xwe gihîştiye wê astê ku pêşengiyê ji şoreşa Rojhilata Navîn re bike û bandorê li cîhanê bike. Ev rêveçûna erênî di sala 2024'an de zêde bû û dewam kir. Li aliyekî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li aliyê din jî têkoşîna me ya di çarçoveya Pêngava me ya Azadiyê ya Navneteweyî de hate meşandin, bandoreke mezin li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir.

PDK nebe nikarin xwe bigirin

Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin, eger ne ji piştgiriya PDK'ê ya ji bo artêşa Tirk û astengiya li pêşiya gerîla bûya, artêşa Tirk nekarî li deverekê bisekine. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, di 24'ê Tîrmeha 2024'an de di çarçoveya plana çalakiyê ya têkbirinê de li ser bingeha tasfiyekirina tevgera me ji bo qirkirina Kurdan konsepteke şer xiste dewrê. Di serî de NATO piştgirî ji gelek hêz û dewletan wergirt. Her wiha ev xeta xiyanetê ya noker da pişt xwe. Ji sîstema parlamenteriyê derbasî sîstema dîktatoriya faşîst bû. Bi van hemû amadekarî û piştgiriyan zêdeyî 9 sal in li ser bingeha konsepta tasfiyekirin û qirkirinê êrîş li ser gelê me û tevgera me tê kirin. Li gel van ji bo şerê bêexlaq, qirêj û neheq ê li dijî gelê Kurd dimeşîne bê veşartin û pêşî li nerazîbûna civakê bigire, li ser civaka Tirkiyeyê jî şerekî taybet ê giran hate meşandin, bi neteweperestî û nijadperestiyê hewl hate dayin ku bi dijminatiya li Kurdan civakê kontrol bike. 

Negîhîştin armancên xwe

Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê negihîşt armanca xwe, nekarî plana xwe pêk bîne. Bi payîza 2023'an re gerîla înîsiyatîf xist destê xwe, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist û vê pêvajoyê di tevahiya sala 2024'an de dewam kir. Ev înîsiyatîf ji çiyê derbasî nava bajêr bû û bi çalakiya TUSAŞ'ê gihîşt asta herî bilind. Înîsiyatîfa ku gerîla di şer de xist destê xwe, di hilbijartinên 31'ê Adarê de jî gel û hêzên demokrasiyê li qada siyasî xist destê xwe. Ev yek piştî darbeya gerîla bû derba mezin a duyemîn ku li dijmin hate xistin. Bi vî rengî sala 2024'an bû ew sal ku derb li desthilatdarî û mejiyê faşîst hate xistin, ji hêzê hate xistin. Weke encam jî desthilatdariya faşîst bi têkçûnê û şikestina hêviyên xwe dest bi sedsala 2'yemîn a komarê kir û pirsgirêka Kurd jî bi rengekî xurt çareserî ferz kir. 

Keştiyeke rêya xwe wenda kiriye

Di halê hazir de dewleta Tirk veguheriye mîna keştiyeke ku rê û rêgeha xwe winda kiriye. Ji ber ku nekarî di rêya diyarkirî de biçe, lê di heman demê de dest ji siyaset û mejiyê xwe yê qirker bernade, bi rengekî bê rota bi pêş ve diçe. Çav berdaye bûyerên li derve, hewl dide bikeve nava wê yekê ku çi bike karibe ber bi aliyê xwe ve bikişîne û ji bo qirkirina Kurdan jê sûdê werbigire. Mînak, li Iraqê bi vî rengî kir. Piştî ku dît di navbera hin derdorên Iraqî de nakokî hene û ev yek jî dibe sedema valahiyan, yekser hin soz da û bandor li hikumeta Sûdanî kir û mutabaqata tê zanîn çêkir. Piştî ku li Sûriyeyê jî rewşeke nû rû da, ket nava heman nêzîkatiyê. Hewl dide rewşa nû ji xwe re bike firsend, plana qirkirina Kurdan bimeşîne, li ser vê bingehê Rojava dagir bike, şoreşê tasfiye bike. 

Inîsiyatîf di destê gerîla de ye

Gerîla her tim teknîk bi kar aniye. Bikaranîna teknîkê ji aliyê gerîla ve rewşeke nû nîne. Lê belê hêza esasî ya gerîla di teknîkê de nîne, di ruhê fedaî û hunera xwe ya taktîkî de ye. Rêber Apo got, 'Teknîka herî mezin mirov e'. Gerîla li gorî vê perspektîfê di ruh, rêbaz û taktîkê de xwe kûr kir û afirandina pêşketinê ji xwe re kir esas. Çalakiya TUSAŞ'ê çalakiyeke bêkêmasî ye. Di ruh, rêbaz, taktîk, hêza lêdanê de asteke gelekî pêşketî ye. Pîvanên fedaîtî, milîtanî û taktîkê bilind kiriye. Çalakiya TUSAŞ'ê di heman demê de nîşan da ku gerîla xwedî kîjan hêzê ye, li her deverê dema ku bixwaze dikare çalakiyên herî mezin pêk bîne. Li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê berxwedana herî mezin a dîroka gerîla tê kirin. Gerîla taktîkeke şer a nû afirandiye ku di navbera qadê û tunelên şer de ahengî heye û nîşan da ku ev yek serketî ye. Gotina 'Me kilîd girtine' bi temamî gotineke psîkolojîk e. Di rastiyê de artêşa Tirk a dagirker ti carî li qadên şer ên navborî nekariye înîsiyatîfê bi dest bixe. Înîsiyatîfa şer timî di destê gerîla de bûye. 

Parastina civakê erka ciwanan e

Bêguman parastina civakê beriya her tiştî wezîfeya ciwanan e. Çawa ku ciwanên Kurdistanê dema bihurî yekîneya gerîla û artêşa gerîla bi pêş ve bir û bi rola dîrokî lîst, îro jî bi pêşvebirina xweparastinê divê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Ciwan hem bi tevlîbûna li nava gerîla divê gerîla xurt bike hem jî xweparastinê bi rêxistin bike. Bi vê berpirsyariya dîrokî divê ciwanên Kurdistanê yê welatparêz tevlîbûna xwe xurt bike, bi berpirsyariya rêxistinkirina xweparastinê bi cih bînin. Li ser vê bingehê l her qada jiyanê divê bikevin nava rêxistiniya xweparastinê, li her derê bersiva pêwîst bidin êrîşên dijmin.

Bêhtir nêzî serketinê ne

Hem berxwedana dîrokî ya gerîla hem jî têkoşîna gelê me, hem pêşektinên di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de hatin afirandin, kirin ku sala 2024'an bibe salek ji encamên girîng. Encama herî mezin jî ew bû ku piştî çar salan me ji Rêber Apo agahî wergirt. Vê yekê kêfxweşiyeke mezin da me, hêz û moral da me. Em bi vê kêfxweşî û moralê dest bi sala 2025'an dikin. Weke gel û tevgerê em ji her demê bêhtir xurt û bi rêxistin in. Ji her demê bêhtir em nêzî serketinê ne. Em ji bo dozeke mafdar têdikoşin. Ti tişt nikare me ji têkoşîna me ya mafdar vegerîne, nikare me ji serketinê vegerîne. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe hîn bilind bikin û sala 2025'an bikin sala azadiyê. Serketina ku em ê di sala 2025'an de bi dest bixin, wê hêzê bide mezlûman hemûyan ên ku li hemberî zilmê li ber xwe didin. Li ser vê bingehê em sala nû li civaka Xiristiyan, gelê me, dostan, mirovahiyê pîroz dikin, serketinê dixwazin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.