Ocalan hêza çareseriyê ye

Sêşem 31 Kanûn 2024 - 03:00

Siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegerên tevlî nobeta piştgiriya bi Rojava re bûne, diyar kirin ku ji bo çareseriyê pêdivî bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan heye û xwestin ku ji bo rola xwe bilîze şert û mercên guncav bên amadekirin. 

Dem dema azadiyê ye

Ji rêveberên Enstîtûya Kurdî Adil Ercan anî ziman ku rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe û got:“Hevdîtin, ji bo me mizgîniyeke mezin e. Zêdetirî 50 sal in şer didome. Bidawîbûna vî şerî tekane daxwaza me ye. Heke şer bi dawî bibe wê aştî bê vê xakê. Lewma ev hevdîtin girîng e. Em hêvîdarin ku hevdîtin bidomin. Ji me çi were xwestin em amade ne piştgiriyê bidin. Di destê me de ne çek ne jî bombe hene. Em dixwazin her kes li ser xaka xwe di nava aştî û aramiyê de bijî. Li ku derê şer derkeve em li dij in. Êdî bes e. Dem dema aştî û azadiyê ye.” 

Divê pêşiya Ocalan bê vekirin

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî diyar kir ku ev demekî dirêj bû ew li benda peyameke ji Îmraliyê bûn û got:“Her kesî gotinên birêz Ocalan mereq dikir. Her kes bi rola sereke ya birêz Ocalan a di çareseriyê de dizane. Ji bo çareseriya pirsgirêkan çendek navnîşan hene, ya sereke jî Îmrali ye. Birêz Ocalan, ne tenê ji bo pirsgirêkên li Kurdistanê lê ji bo çareseriya pirsgirêkên li seranserî Rojhilata Navîn dikare roleke sereke bilîze. Ji bo vê jî divê rêya wî were vekirin. Lewma divê tecrîd tavilê were kirin. Divê rê bidin birêz Ocalan ku bikare nêrînên xwe bi rehetî bibêje. Ji bo çareseriyê, pêdiviya me bi fikrên birêz Ocalan heye.” 

Divê qada hewayî bê girtin 

Bi domdarî Fîdan bal kişand ser êriş û gefên li ser Kobanê û got:“Gelê Kurd çawa ku 10 sal berê DAIŞ li Kobanê têk bir û rûmeta mirovahiyê parast, îro jî ji bo wê li ber xwe dide. Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe mînak. Divê gelên cîhanê xwedî li Kobanê derkevin. Divê Kurd jî tavilê yekitiya xwe pêk bînin. Hewceya demek beriya demekî qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firîna balafirên şer bê girtin.” 

Ji bo aştiyê hêza çareseriyê ye

Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Payîzê Jêhat Rojhilat jî got:“Gelê Kurd her tim daxwaza aştiyê kiriye. Lewma peyama ji Îmraliyê dê bandoreke mezin bike. Birêz Ocalan careke din nîşan da ku ji bo aştiyeke birûmet, hêza çareseriyê ye. Divê nivîskar û rewşenbîr jî ji bo aştiyeke birûmet pênûsa xwe bi kar bînin.” 

Gotinên wî ji bo aştiyê pêwîst in 

Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî got:“Ji bo şer bi dawî bibe û her kes bi aram bijî, ev peyam girîng e. Gotinên Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayinde pêwîst in. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerek heye. Ji bo qetilkirina rojnamegeran bi dawî bibe, êrişên ser zarokan bi dawî bibin, ji bo agirê li Rojhilata Navîn vemire, hevdîtinên li Îmraliyê hatine kirin û tên kirin girîng in. Ji bo peyama ji Îmraliyê hatiye dayin bigihije cihên pêwîst û bikevin meriyetê, girîng e ku em bi hev re tevbigerin.” 

Çareserî neteweya demokratîk e

Siyasetmedar Hasan Ozguneş jî da zanîn ku peyama ji Îmraliyê di serî de desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo tevahiya partiyên li Meclisê ye û got:’’Dewletên emperyalîst dixwazin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Dewletên li ser zîhniyeta yek al, yek ziman, yek ol û hwd. hatin avakirin, êdî tu jiyanê pêşkeşî gel nakin. Êdî dema guherandina van hatiye. Banga birêz Ocalan û neteweya demokratîk dikare ji van pirsgirêkan re bibe derman. Divê hem gel, bawerî, jin û kedkar azad bibin. Bangawaziya birêz Ocalan di serî de ji bo AKP’ê ye lê weke giştî ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn e.” 

MA/EMRÛLLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.