Ev şoreş tê parastin

În 3 Çile 2025 - 02:55

Şervanên YPJ'ê ji Til Temirê peyama xwe ya sala 2025’an dan û gotin “Yên ku li ser vê axê şer û berxwedanê dikin ne tenê jinên Kurd in, jinên Ereb û Suryan jî hene. Bi gelek zimanan ev şoreş tê parastin û ji bo wê şer tê kirin.”

Di 27’ê Mijdara 2024’an de Sûriye bi giştî ket qonaxeke nû ya êrîşan. Piştî ketina desthilatdariya Şamê, di warê siyasî û diplomasî de ket pêvajoyeke nû. Pê re êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kûrtir bûn. Piştî dagirkirina Şehba, Til Rifet û Minbicê, niha jî dixwazin Bendava Tişrînê derbas bikin û xwe bigihînin Kobanê. Li vir berxwedaneke bêhempa tê nîşandan û destan tên nivîsandin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bi çalakiyên ku li dijî baregehên dagirkeriyê û çeteyan dikin, piştgiriyê didin berxwedana Bendava Tişrînê.

Li ser vê mijarê şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  axivîn.

Berxwedana Bendava Tişrînê

Zîlan Zagros da zanîn ku ew bi riya çalakiyên li dijî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wan piştgiriyê didin berxwedana bendava Tişrînê û wiha got: "Şerê ku dibe, ne şerekî hêsan e, êriş pir dijwar in. Ji lewre ji bo ku em jî piştgiriyê bidin hevriyên xwe yên ku li çeperan de li ber xwe didin. Em ê bin nekevin, serkeftin wê her dem para me be, ji ber em xwedî hêz in, bi ezmûnên berxwedan û serkeftinê dagirtî ne."

Riya me riya têkoşîna demdirêj e

Zîlan Zagros bal kişand ser kesên ku dibêjin hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekê deynin û wiha bersiv da: “Bila dijmin û tu kes qet nehizire ku em ê rojekê jî çeka xwe deynin û vegerin li malên xwe rûnên. Em ê ji berê zêdetir xwe bihêz bikin, têkoşîna xwe mezintir bikin. Kula dilê dijmin ew e ku jin dest ji riya têkoşînê berdin. Lê em vê bi zelalî dibêjin, riya me riya têkoşîna demdirêj e, wê rêwiyên vê riyê her dem hebin û jê kêm nebin.”

Em ji bo her tiştî amade ne

Azadî Til Temir jî got ku wan sala 2024’an di nav êrîşên hebûn û nebûnê de bi mizgîniya hevdîtina bi Rêber Ocalan re bidawî kirine û wiha dewam kir: "Di nava şer de dijmin gelek hevrêyên me yên jin dîl girtin û bi cenazeyên wan lîst. Lê belê ev rê bedel dixwaze û em ji bo her tiştî amade ne. Rakirina me ya çekê dibe tolhildana ji bo hevalên şehîd, hevalên me yên hatine dîlgirtî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo."

Ev şoreş tê parastin

Azadî Til Temir armancên êrîşên dagirkeriyê bi lêv kir û got: “Armanc, tunekirina Rojava û şoreşa wê ye. Naxwazin tiştekî bi navê Rojava bihêlin, dixwazin binketinê bikin para me û ya herî zêde jî jin dibin hedef. Yên ku li ser vê axê şer û berxwedanê dikin ne tenê jinên Kurd in, jinên Ereb û Suryan jî hene. Bi gelek zimanan ev şoreş tê parastin û ji bo wê şer tê kirin.”

Xwedî li mîrasa berxwedanê derkeve

Azadî Til Temir bang li jinên ciwan kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me gelek pêvajoyên şer jiyaye û tu car têk neçûye. Îro ji berê zêdetir divê gel li ber xwe bide û xwedî li mîrasa berxwedanê derkeve.”

NÛJINHA/TILTEMIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.