Artêşa Tirk di sûcê şer de israr dike

În 3 Çile 2025 - 03:10

Dewleta Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Xakurkê 34 caran tunelên şer bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek li ser mijarê da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

27'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 40 kg teqemeniyên dagirkeran hatin tinekirin.

31'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê

1'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, ku hewl didan çeperê ava bikin. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Xakurkê

30'ê Kanûnê komek ji dagirkeran hewl da ji geliyê Berbizinê ber bi tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi pêş ve biçe. Dagirkeran saet di bi teqemeniyên qedexekirî 2 caran bombe li tunelên me yên şer barandin. Hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

29, 31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Zapê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

209, 31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 24 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 29'ê Kanûnê-2'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Şerîf, Berbibizinê, Xinêreya Jor 6 caran, li herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Girê Reşîd, Girê Zengil, Deşta Kafya, Hefttebax, Zêvkê 16 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

30 û 31'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 14 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.