Talan û ranta li Marînusê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:59

RABÎA ONVER / JINNEWS / COLEMÊRG

Di salên dawî de gelek şîrket li ser axa Kurdistanê kanên madene vedikin û xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Li aliyekî bendavan çêdikin, li aliyê din zozan û mêrgên Kurdistanê qedexe dikin, li aliyê din jî kanên madene vedikin. Yek ji li cihê ku kanên madene hatiye vekirin jî Gundê Marunis ê Colemêrgê ye. Gundê Marûnisê ku di nav sînorên Colemêrg û Çelê de ye, navê xwe ji Suryanî girtiye. Gund 67 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê ye. Vegera gundê ku di sala 1994'an de ji ber sedemên "ewlehiyê" hat valakirin, piştî sala 2012'yan dest pê kir. Her çend nifûsa ku timî li gund dimînin kêm be jî, şênî di mehên havînê de tên gund û çandiniyê û sewalkariyê dikin. Ji bilî bedewiyên xwezayî yên gund 7 şelalên wê hene. Ji bilî xwezaya wê ya balkêş, dîmena bi heybet a Çiyayê Katoyê li herêmê şahiyeke dîtbarî pêşkêş dike. Şirketa Sedexê li herêmê krom, mermer, madeya kurşunê, kukurt, çinko derdixe. Hizir Keskîn serleşkerekî teqewitbûyî ye, kar û barê giştî yê Şirketa Sedexê dimeşîne. Lê belê di eslê xwe de şîrket aîdê keça serokê AKP'ê ya Îdirê Nûrsiye Erkuş e. Nûrsiye di sala 2021'an de şirketê dewr girtiye. Bi piştevaniya rayedarên dewletê li vir dixebite. Li vir rantek mezin qezenç dike. Li gel rantê jî xwezaya herêmê yekcar talan dike. Ji bo kanên madenê li herêmê gelek darên berû, sêv, guz, hîrmî û tiriyan hatin birrîn. Êdî li herêmê ava paqîj nîne û gundî nikarin sewalkariyê jî bikin. Li dijî talankirina xwezayê çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya herî dawî jî 22’yê nîsanê li dijî Şîrketa Madenê ya Sedexê pêk hat. Piştî çalakî hatin lidarxistin, li herêmê bi sedan tûnelên kaçax bi lezûbez bi ax û keviran hatin girtin. Çalakiya li ser Pira Şinê ya ser riya Colemêrg û Çelê hatiye destpêkirin berdewam dike. Xelk daxwaz dike ku xebatên kana madenê ya li Marunisê tavilê bên rawestandin, bila tazminata zirara ku kana madenê daye derdorê bê dayîn, bila qadên jiyanê yên gundiyan weke berê bin, texrîbata xebatên madenê ji holê bên rakirin û bila li herêmê jinûve dar bên çandin. Lê belê daxwazên gel bêbersiv tên hiştin. Ligel vê yekê jî welatiyên ku li dijî madenê derdikevin bi êriş û gefên Hizir Keskîn re rûbirû dimînin. Çalakvan diyar dikin ku wê heta dawiyê çalakiya xwe bidomîn. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.