TAJÊ name ji Bexda û NY'ê re şand

În 13 Hezîran 2025 - 03:10

Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ ji bo diyarkirina nasnameya 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê di sala 2016'an de hatin şewitandin û naskirina vê hovîtiyê weke qirkirina jinê name ji Bexda û Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand.

Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de li Mûsilê hatin şewitandin, ji endama rêveber a Neteweyên Yekbûyî (NY) Sîma Bahous, Ofîsa Têkiliyên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê, serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres, sekreterê giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê Dr. Hamid Naeem Al Ghazi û rêveberê giştî yê Daîreya Kar û Barên Gorên Komî û Kesên Winda û Parastina Wan Diaa Karim Taama re name şand.

TAJÊ di nameya xwe de bal kişand ser şewitandina 19 jinên Êzidî û hate gotin: “Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidi li Şengalê pêk hat. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîlgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qurbaniyên herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, li bazarên bajarê Mûsil û Reqayê firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidayetiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de nediyar e."

Di dawiya nameyê de TAJÊ ev daxwaz ji sazî û dezgehên Iraqê û navneteweyî kir: “Ji bo ev komkujiya giran a şewitandina 19 jinên Êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemine, divê têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî vê daxwazê ji we dikin:

* Ji bo nasnameyên 19 jinên Êzidî bên zelalkirin û aşkerakirin divê lêkolîn bê kirin.

* Ev Komkujî wek qirkirina jinan (feminicide) divê were nasîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.