Swêdê çîz kir

Duşem 16 Gulan 2022 - 22:12

  • Piştî civîna wezîrên karên derve yên endamên NATO´yê li Berlînê, xweşik eşkere bû ku dewleta Tirk ji bo endametiya herdu welatên Skandînavî yanî Swêd û Fînlandiyayê, şertan datîne.

Piştî civîna wezîrên karên derve yên endamên NATO´yê li Berlînê, xweşik eşkere bû ku dewleta Tirk ji bo endametiya herdu welatên Skandînavî yanî Swêd û Fînlandiyayê, şertan datîne. Bi her halî hikûmeta sosyal demokrat a Swêdî doza endametiyê kir û miracaeta endametiyê jî piştî hevdîtin bi Tirkiyeyê re çû serî. 

Parlamentera ku ji derve ve destek dida hikûmetê, Amîneh Kakabaveh derbarê mijarê de daxuyanî da. Wê got, “Swêdê li ber dewleta Tirk çîz kiriye” û ev helwêsta sosyal demokratên Swêdê serketineke Tayyip Erdogan e. Wê tirsa xwe jî îfade kir ku ev ji bo Kurdan encamên xirab wê bi xwe re bîne. Wê wekî din da zanîn ku cara bê heger dengdana ji bo dengê baweriyê ya hikûmetê bê kirin, ew ê destekê nede hikûmetê.

Yekşemê piştî civîna wezîran, sekreterê giştî yê NATO´yê Jens Stoltenberg got, erêkirina miraccaeta herdu welatan dikare di nava 30 dewletên endam de demekê bikişîne.

Di nava çend rojên li pêşiya me de Swêd û Fînlandiya dibe ku miracaetên xwe fermî bidin Brukselê, navenda NATO´yê. Ev miracaet dikare di nava çend hefteyan de vê erê kirin, lê erêkirina li welatên endam yek bi yek wê wê gelek mehan bikişîne. 

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock (ji partiya Keskan) piştî civîna yekşemê gotibû, “deriyê NATO´yê ji bo herdu welatan li piştê vekiriye.” Wê got, Elmanya wê zûzûka erêkirina miracaetê bide ber xwe. 

Bazar hemû li dijî Kurdan in

Tirkiyeyê ev pêvajoya endametiya her du welatan ji bo xwe kir firsendek. Wê ji bo miuracaet û endametiya wan şert danîn. Wezîrê dewleta dagirker Mevlut Çavuşoglu, doza hevkariya şerê li dijî PKK´ê û li dijî YPG´ê weke şert danî ber her du welatan. 

Wezîrê karê derve yê DYE´yê Antony Blinken jî piştî civînê de îdîa kir ku ew bawer dike ku ev pirsgirêk wê bê çareserkirin. Stoltenberg jî got, haya endaman hemûyan ji girîngiya kêliyê ya dîrokî heye. 

Yanî wan jî îşaret pê kir ku Swêdê muhtemelen li ber daxwazên Tirkiyeyê çîz kiriye, teslîmê wê bûye.

Bi alên PKK´ê protesto kirin

Dema ku Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ya li desthilatdariyê, ji bo endametiya NATO'yê di civînê de bû, komek ji ciwanên anarşîst ên Swêdî li pêşiya cihê civînê, alên PKK'ê hildan û bi dirûşma "Na ji bo endametiya NATO'yê" çalakî kirin.

Ciwanên Swêdî piştî çalakiyê alayeke mezin a PKK'ê bi ser pira li navenda bajêr ve kir û li gel hildana dûyê sor dirûşma "Na ji endametiya NATO'yê re" gotin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.