Sûrçî: Em peymanê qebûl nakin

çarşem 14 Çiriyê 2020 - 15:55

  • Berpirsê Peywendiyan ê Navenda YNK'ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî li ser lihevkirina Bexda-Hewlêrê û got, lihevkirina li ser Şengalê planeke dewletên derve ye û partiya wan ne li gel vê lihevkirinê ye.

Berpirsê Peywendiyan ê Navenda YNK'ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî li ser lihevkirina Bexda-Hewlêrê û got, lihevkirina li ser Şengalê planeke dewletên derve ye û partiya wan ne li gel vê lihevkirinê ye.
9’ê Cotmehê di navbera Hewlêr-Bexdayê de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin. Li bin metnê vê peymanê, îmzeya Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê heye. Di nava Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê de YNK jî heye. Li ser vê lihevkirinê, rojnamevan Rêbaz Hesen bi Berpirsê peywendiyên Navenda Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) yê Mûsilê Xeyas Sûrçî re peyivî û helwesta partiya wî ya têkildarî vê lihevkirinê pirsî.
Tevî ku YNK jî di nava hukûmetê de ye, Sûrçî got; Lihevkirin di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de pêk hatiye, ne ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Sê navendên partiya me li seranserî parêzgeha Nînowayê hene, lê pirs ji me nehatiye kirin. Em jî bi rêya ragihandinê hay ji vê lihevkirinê çêbûn.”
Sûrçî diyar kir ku ew ne li gel vê li hevkirinê ne û got, Divê lihevkirin li ser hemû herêmên nakok ên dikevin madeya 140 ên weke Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Celewla û deşta nînowa û hemû deverên din be. Em piştgiriya lihevkirina li ser Şengalê nakin.”

Li pişt vê welatekî herêmê heye

Sûrçî li ser propagandayên komên çekdar ên li Şengalê hene jî ev got: “Ew çekdar keç û kurên Êzidî û xelkê Şengalê ne. Bi vê peymanê dibêjin li ‘Şengalê nemînin’. Ev ji aliyê me ve mijareke sersûrman e. Ew hêzên Êzidî li wir nemîne biçin kû? Ew kesên Iraq û xelkê Şengalê û Kurd bi kû ve biçin? Gelo biçin Şirnex, Amed, biçin kû? Rast e, li ser fikrê Apo ne, lê her kesên li ser fikra Apo be ne merc e ku PKK be.
Li pişt vê lihevkirinê welatekî herêmî heye. Xelkê Şengalê ne weke berê ye, kes nikare careke din Şengalê bifiroşe. Xelkê Şengalê hişyar bûye, zana bûye. Dost û dijminên xwe dizane, careke din kes nikare xelkê Şengalê qetil bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.