Sudanî: Em qebûl nakin ti welatek gefan li Iraqê bike

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 00:22

  • Doh li paytexta Urdin Emanê Lûtkeya Bexda 2 ku taybete bi rewşa ewlehiya Iraqê, bi tevlîbûna serokkomarê Fransayê û gelek serokên welatên Rojhilata Navîn destpêkir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di Lûtkeya Bexdayê ya ku doh li Urdunê destpêkiriye de got; “Em qebûl nakin ti welatek gefan li Iraqê bike û em naxwazin ti welatek sinorê welatek din binpê bike.”

Doh li paytexta Urdin Emanê Lûtkeya Bexda 2 ku taybete bi rewşa ewlehiya Iraqê, bi tevlîbûna serokkomarê Fransayê û gelek serokên welatên Rojhilata Navîn destpêkir.

Di lûtkeyê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî axivî û got: “Em hêvîdarîn ev lûtke encamên baş bi xwere bîne û hêviyên me yên mezin jê heye. Em daxwazê ji welatan dikîn ku ji bo vegerandina pereyên Iraqê alîkariya me bikin.”

Sudanî derbarê kêmkirina ava Iraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve jî axivî û got, “Ji ber kêmaniya avê em di jêr gefek mezin de ne. Pirsgirêka me ya avê li gel Tirkiyeyê de heye. Daxwaz ji Tirkiyeyê dikîn para Iraqê ya avê berde.”

Her wiha Sudanî di derbarê binpêkirina serweriya Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk û rejima Îranê ve jî helwesta xwe nîşan da û got, “Em naxwazin ti welatek sinorê welatek din binpê bike. Her wiha qebûl nakîn ti welatek gefan li welatê me bike.”

Di lûtkeyê de Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron jî axivî, di beşek ya axaftina xwe de îşaret bi binpêkirin û destwerdanên li ser serweriya Iraqê kir û got, “Sûdanî ji mere got ku Iraq çi ji me divê û çareseriya ji bo Iraqê jî li ba me heye. Em destwerdana her welatek li ser Iraqê red dikîn. Ji ber di encama destwerdanan de welatiyên bê guneh dibin qurbanî. Divê em ji bo parastina serweriya Iraqê alîkar bîn. Em dixwazîn di vê lûtkeyê de bigihin biryar û encamek baş.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.