• Sûc û Ceza êdî bi Kurmancî ye û ji Weşanên Nûbiharê wê derbiçe.

Ji berhemên sereke yên Fyodor Dostoyevskî Sûc û Ceza êdî bi Kurmancî ye. Weşanên Nûbiharê da zanîn ku ew ê ji niha ne dûr, di demeke nêz de, biweşîne.
Wergera kitêbê Medenî Ogut kiriye. Lê Medenî Ogut werger ji Tirkî kiriye, ne ji Rûsî. Ji ber wê yekê gelek rexne beriya derçûna kitêbê jî hatin kirin. Ji bilî rexneyên neerênî hin rexne jî xwedî liwergerê derketin.
Sûc û Ceza cara ewil 1866´an derçû yanî beriya bêhtirî bi 150 salan. Ew weke berhema pêşî a mezin a wêjeya klasîk a Rûs tê qebûlkirin. Kitêb behsa xwendekarê hiqûqê Rodion Romanovîç Raskolnikov dike, ka çawa plan dike û mirovekî dikuje. Di romanê de tişta di bîr û binê hişê vî kujerê de li pêş e.
Di ser medya civakî de gelek kesan rexne li weşanxaneyê girt ji ber ku wergera ji Tirkî ya romanê diweşîne; lê hin kes jî lê xwedî derketin. Argumana sereke ya xwedîlêderketinê jî ew bû ku roman piştî bêhtirî 150 salan bi Kurdî derketiye û heta niha kesî ji Rûsî wernegerandiye Kurmanciyê.

NAVENDA NÛÇEYAN