Stûna tifaqê Mam Zekî 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Cotmeh 2022 - 06:02

  • Di nav civaka Êzîdî de ji bo Mam Zekî tê gotin: Ew stûna tifaqa me bû. Nivîskar Mehmet Ozcan bi pirtûka xwe “Hevrêyê rojê Mam Zekî Şengalî”, behsa jiyan û têkoşîna Mam Zekî Şengalî dike. Malbat û hevrêyên wî jî bi serpêhatiyên xwe yên li gel wî, wî bi bîr tînin.  

MURAT MANG

 

Di nav civaka Êzîdî de ji bo Mam Zekî tê gotin: Ew stûna tifaqa me bû.

Bi rastî jî dema mirov li helwêstên wî û her wiha tiştên ku ji bo miletê Kurd kirî, difikire, mirov baş tê derdixe ku ew jidil jî stûneke qewî ya miletê xwe bûye. Nexasim jî sekna wî ya li hember DAIŞ’ê nehişt ku fermana 73’an li hember Êzîdiyan biçe serî. Heger vê pêla dawî, ferman li ser serê Êzîdiyan ranebûbe, rola Mam Zekî di vê yekê de gelek e.

Nivîskar Mehmet Ozcan derbarê Mam Zekî de pirtûka bi navê “Hevrêyê rojê Mam Zekî Şengalî” nivîsî. Pirtûk behsa jiyana wî ya şoreşgerî dike. Her wiha Sozdar Avesta jî ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsandiye. Sozdar Avesta di pêşgotina ji bo pirtûkê de giringiya dîrokê bi bîr dixe û vê pirsê dike: “Çima em pêdivî pê dibînin ku hay ji dîroka xwe hebin?” Di dewamê de jî giringiya pirtûkê dide zanîn û pirtûkê wiha dinirxîne, “Ev pirtûk behsa têkoşîna hevrêyê me Mam Zekî Şengalî dike. Hûn ê vê pirtûkê di derbekê de bixwînin.” Ev gotin, gotineke pirr rast e, ji lewma min jî dema rahişt pirtûkê, ez jê têr nebûm û min di derbekê de xwend.

 

Mamê Êzîdxanê

Sozdar Avesta di dirêjiya pêşgotina xwe de hevrêyê xwe Mam Zekî Şengalî bi hêz û kelecan bi bîr tîne û tîne ziman ku Mam Zekî Şengalî jî bi heman hêz û berxwedanê ji bo azadiya civaka Kurd li ber xwe da û şer kir. Sozdar Avesta wiha behsa Mam Zekî Şengalî dike: “Ew heta hetayê ji bo Êzîdxanê xebitî û weke ‘mam’ê vê  civakê ma di bîra me de. Pirtûk tenê behsa jiyana Mam Zekî nake, di heman demê de çand û baweriya civakên qedîm ên Mezopotamyayê jî tîne ziman.” Dema mirov li van gotinan dihizire mirov dibîne ku îro bi rastî jî Mam Zekî bûye mamê Êzîdxanê û tevahiya civaka Êzîdî.

 

Xiyanet, komplo û şehîdkirina Mam Zekî

Nivîskar Mehmet Ozcan pirtûka “Hevrêyê Rojê Mam Zekî Şengalî” kiriye heft beş. Destpêkê bi awayekî kronolojîk behsa fermanan dike, ew fermanên li ser serê Êzidiyan hatine rakirin. Ew gotina xwe heta bi fermana dawî tîne. Piştî ku serpêhatî û qewimînên derbarê Êzîdiyan de bi dawî dibin, vêca behsa jiyana Mam Zekî Şengalî dike. Zarokatiya wî, naskirina wî ya PKK’ê û herî dawî jî tevlibûna wî ya nava refên şoreşê dike. Ew her wiha behsa xebatên wî yên li Ewrûpayê jî dike. Lê beşa herî bandorker, şehîdkirina Mam Zekî Şengalî ye. Pirtûk behsa xiyanet û komployê jî dike. Mehmet Ozcan, bi vê xiyanet û komployê, şirove kiriye ka çawa DAIŞ´ê xwest fermana 73’yan bibe serî. 

 

Malbat û hevrêyên wî behsa wî dikin

Ji xeynî van, Mehmet Ozcan di pirtûkê de cih daye gotinên hevrêyên Mam Zekî û malbata wî jî. Di pirtûkê de hevjîna wî Gulê, xwarziyê wî Hesen Ozden, xwîşka wî Xezal, keça wî Leyla Ozden, kurê wî Iskender Ozden û birayê wî Birahîm behsa serpêhatiyên xwe yên pê re dikin. Her wiha Cemîl Bayik, Sozdar Avesta, Beşîr Basî, Salihê Cizîrî (bi xwe jî şehîd bû), Omer Salih, Hesen Seîd Hesen (ew jî şehîd bû) û endamên HPG’ê Serxwebûn Azada, Xerbo Xidir, Pelda Çiya, Berfê Ilyas, Pîroz Nûda û Xanê jî Mam Zekî Şengalî bi bîr tînin û behsa wî dikin.

Pirtûka “Hevreyê Rojê Mam Zekî Şengalî” bi Kurmancî hatiye nivîsandin û di dawiya pirtûkê de hin wêneyên Mam Zekî Şengalî jî li pirtûkê hatine zêdekirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.