Hasan Huseyin Ozturk kitêba Bhagavad Gîta (Stranên Xwedê) ya bi Sanskrîtî wergerand Kurdî. Weşanên Avestayê kitêb weşand. Di danasîna kitêbê de tê gotin, werger Hasan Huseyin Ozturk havîna 2008´an bi komeke Navenda Yogayê ya Stenbolê re çûye Zanîngeha Vîvekanandayê ya li Hindistanê ya li bajarê Banglorê. Serokê vê zanîngehê H.R. Nagendra bi kêfxweşî pêşwaziya wan kiriye. Ji bo wergerandina Gîtayê ber bi Kurdî ve jî gotiye, "We hay jê heye ku we karekî gelekî mezin kiriye. We Gîta wergerandiye zimanekî bêdewlet."
Piştî minaqeşeyên li ser wergera ji zimanê duyem ber bi Kurdî ve, xebereke xweş e ku ev Gîta ji zimanê eslî hatiye wergerandinî Kurdî.
STENBOL