Strana karantînayê: “Eazy Sleazy”

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Nîsan 2021 - 05:27

Muzîkjenê navdar Mick Jagger, vokalîstê The Rolling Stonesê, bi vokalîstê koma Foo Fighters Dave Grohl re di rojên karantînayê de straneke bi navê “Eazy Sleazy” çêkir û ev stran belav kir. Jager peyvên stranê di rojên karantînayê de nivisîye û di heman demê de ew li gîtarê jî dixe û ji stranê re vokalîstiyê dike. Grohl jî bi bas û dahola xwe piştgiriyê dide Jagger. 

Strana “Eazy Sleazy” qala roja îro dike û bi şêwazekî rock’n roll a hicwî hatiye nivîsandin. Cî bi cî mîzah jî li stranê zêde kiriye û bi peyvên wek “hevdîtinên zoomê”, “pirtûkên bi îhtîşam”, “çepikên sexte”, “temaşekirina zêde ya li televizyonê” , “mala ku dişibe dîwarên hepsê” û “derî û penceran vekin” jiyana karantînayê ya aniha terîf kiriye. Bi stranê re em vîdeoyeke performansê ku li stûdyoyên Foo Fighters hatiye kişandin jî dibînin.

Mick Jagger ji bo strana “Eazy Sleazy” dibêje, “Bi dilekî aram di dema karantînayê de min ev stran nivisî. Min pêdivî bi vê yekê dît. Ji bo dahol, bas û gîtarê ez ji Dave Grohl re dibêjim, malîava. Ez bi vê xebatê gelek kêfxweş im, hêvî dikim hûn jî ji Eazy Sleazy hez bikin.”

Deve Grohl jî maneya vê xebatê wiha tîne ziman, “Min ev stran bi Mick Jagger re tomar kir, ev yek ji bo min bi ti hevokê nayê ravekirin û ji bo min xwedî maneyeke mezin e ev stran. Tenê ne xeyalek ji xeyalekê wêdetir e. Di wextekî de ku mirov dibêje êdî kelecan nemaye, me ev yek pêk anî. Bêguman ev stran dê bibe strana havînê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.