Stêrkên dişemitin û barana metaoran

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Tebax 2024 - 00:05

Her sal, nexasim jî demsala havînê “Barana Metaoran a Perseîd” pêk tê li gelek deverên cîhanê. Ev barana metaoran di dawiya Tîrmehê de dest pê dikin heta nîvê meha Tebaxê dewam dikin. Di navbera van rojan de stêrk pirr xweşik ji asîman dişemitin û dîmenên pirr xweşik ava dibin li asîman. 

Ji bo wênegir karibin di van rojan de wêneyên xweşik bigirin her tim dikevin pêşbirkê. Wênegirê bi navê Josh Dury ê Ingilîz jî wêneyê stêrkên ku li ser asîmanê kevirên Stonehenge dişemitin girtine. Asîmanê Stonehenge û her wiha derûdora van kevirên dîrokî pirr xweşik û xwezayî ye. Josh Dury ev demek dirêj bû xeyala vî tiştî dikir û di dawiyê de xeyala xwe pêk anî.

Josh Dury vî wêneyî di 9’ê meha Tebaxê de girtiye. Ji bo karibe vî wêneyî temam bike bi giştî 46 dîmenan girtiye û paşê van dîmenan li hev siwar kiriye. Halê dawî yê wêne bi vî awayî derketiye holê. Piştî haya NASA’yê ji wêne çêbû wan jî wêneyê Josh Dury weke “Wêneyê Rojê yê Astronomîk” destnîşan kirin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.