Portreyê Gandhi bi 152 hezar sterlinî hate firotin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 00:12

Portreya bi boyaxa rûn a pêşengê serxwebûnê yê Hindistanê Mahatma Gandhi, di mezadê de ku li Londonê hat lidarxistin, bi 152 hezar û 800 sterlînan (nêzî 8,2 mîlyon lîre) hat firotin.

Berhem ji hêla hunermenda Îngilîz Clare Leighton ve di sala 1931ê de, dema ku Gandhi serdana Londonê kiribû, hatibû çêkirin. Tablo wekî yekane portreya bi boyaxa rûn a ku Gandhi tê de model bûye tê zanîn. Tê payîn ku berhem bi 50 heta 70 hezar sterlînan were firotin.

Gandhi, li Hindistanê li dijî rêveberiya Ingilîz tevgereke berxwedanê ya bêşîdet bi rê ve bir, felsefeya wî îlham da bi mîlyonan kesan. Ji bo piraniya Hindiyan, Gandhi "bavê neteweyê" ye.

Di dîroka ku berhem hatî çêkirin de Gandhi ji bo beşdarbûna di konferansekê de ku ji bo nîqaşkirina reformên destûrî yên li Hindistanê hatibû lidarxistin, çûbû Londonê.

Li gorî mala mezadê Bonhams, Clare Leighton yek ji wan hunermendan bû ku li ofîsa Gandhi hatibû qebûlkirin. Berhem heta mirina hunermend di sala 1989an de di koleksiyona wê de ma, paşê derbasî malbata wê bû. Bonhams eşkere nekir ku tablo ji hêla kê ve hatî kirîn. Berhem dê were pêşandan an na ew jî ne diyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.