Sosreta Licneyê ya li dijî Nûriye Adet

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:59

HÎVDA ÇELEBÎ / MA / ENQERE

Berdana Nûriye Adet a 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, ji aliyê Licneya Îdare û Çavdêriyê ve 6 mehan hat paşxistin. Berê jî berdana Adetê 3 mehan hatibû paşxistin. Adet ku di sala 1994'an de li Îdirê bi birîndarî hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erziromê ve bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebbedê lê hat birrîn. Adet ku li girtîgehên Erzirom, Sêwas, Ûşak û Amasyayê maye, di sala 2007'an de sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Dema berdana bi şert a Adetê di 3'yê Adarê de temam bû. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ji bo vê di 29'ê Sibatê de kom bû û berdana Adetê 3 mehan paşxist. Piştî vê Adetê bi rêya parêzerên xwe îtiraz kir lê hem Dadgeriya Înfazê û hem jî Dadgeha Cezayê Giran biryar erê kirin. Adet, piştî demekê careke din çû pêşberî lijneyê. Lê belê di civîna diduyan de pirsên lijneyê balkêş bûn. Di civînê de ku bi kamerayan dîmen tên girtin, ji Adetê pirsên wekî "Tu Abdullah Ocalan wekî Rêber dibînî?" û "Derbarê PKK'ê de fikra te çi ye?" hatin pirsîn. Adetê jî ji endamên licneyê re gotiye ew 30 sal in endama PKK'ê ye û ew jî Abdullah Ocalan wekî "rêber" dibîne. Piştî vê endamên lijneyê gotine "Em dizanin tu çawa difikirî" û berdana Adetê 6 mehên din jî paşxistin. Ew ê berdana Adetê di 14'ê Mijdara 2024'an de careke din bê nirxandin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.