Şoreşê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Îlon 2021 - 23:55

  • Şêwekar Zeyneb Fasîkî: Ez xirabiya rewşa perwerdeyê û pergala heyî ya perwerdeyê jî sûcdar dikim. Ez nabêjim, bila jin bedena xwe bigire yan xwe tazî bike. Lê belê ez bedena jinan tazî xêz dikim û wekî tabloyekê lê dinihêrim.”

HENAN HARIT /JINHA/FAS

Zeyneb Fasîkî weke endazyareke mekanîk dest bi kariyera xwe ya hunerî kir, lê li cihê kar rastî tacîzê hat, vê jî kir ku ew dev ji vî warî berde û behremendiya xwe ya xêzkirinê bi kar bîne da ku doza xwe biparêze. Destdirêjî û şideta li jinan tê kirin li cihê kar û li kolanan, li wê jî hatibû kirin. Ji ber vê, wê xwest bedena jineke tazî xêz bike. Li ser armanca xêzkirina bedena tazî ew dibêje, “Gava ku ez bedena jineke tazî xêz dikim, dixwazim bedena jinan di çavên mêran de bikim tiştekî normal. Ji ber ku civakên Ereb her gav bedenê bi perspektîfa cinsî ve girê didin û mebesta min ew e ku bedena jinan ji ramanên paşverû hemûyan azad bibe.”

Şêwekara Mexrîbî Zeyneb Fasîkî behsa têkoşîna xwe û awayê xwe yê parastina jinan kir.

Ji endezyareke mekanîkî ber bi wênesazî û nivîskarekê ve tu çûyî. Sira vê guhertin û girîngdayîna bi doza parastina jinên Mexribê çi ye?

Bi dema bicihanîna pîşeyê xwe endezyara mekanîkê û xebata xwe li çend kargehan, çend caran ez hatim tacîzkirin û zîhniyeta mêr xwe nîşanî in da. Kariyera min a pîşeyî di qonaxa perwerdeyê de dest pê kir. Ez 19 salî bûm, ez li cihê kar û di otobusê de hatim tacîzkirin, dema ku digihîştim malê gelekî tengezar dibûm. Carekê ez vegeriyam malê, min dît rêbaza yekane ya çareseriya vê ew e ku bedena xwe tazî xêz bikim û li ser malperên tora civakî belav bikim. Hinekan gotinên nexweş gotin, hinekan jî rexne li nîgarên min dikirin û dixwestin wateya weşandina wêneyan zanibin. Hingê min xwe pirr rehet hîs kir û min dît ku huner ne destpêka şer e, ji bo mexdûrên tacîzê û gihandina ramanan bi awayekî cuda, derman e. Min dît ku wêneyê min wekî dengekî ji bo mexdûrên tacîzê ye, lê tevî çewisandina berê li ser min hat ferzkirin, piştî ku min rêbaza têkoşîna xwe hilbijart, min bedena jinê tazî xêz kir. Ez xwe mîna jineke bi hêz hîs dikim, lewma bi vî rengî ez bi tundî û tacîza li dijî xwe re rûbirû bûm.

Gelo tu nafikirî ku ev rêya te hilbijart, dê bi demê re zirarê bide rêya te ya hunerî?

Ez bawer nakim ku ew ê bandorê li rêya min bike. Berevajî, ew rêgezeke nû ye. Ez bi wê têdikoşim û ez dixwazim gelek peyaman bidim, mirovan ji ber zêhniyet û kiryarên wan sûcdar bikim. Ez di heman demê de xirabiya rewşa perwerdeyê û pergala heyî ya perwerdeyê jî sûcdar dikim. Ez nabêjim bila jin bedena xwe bigire yan xwe tazî bike. Lê belê ez bedena jinan tazî xêz dikim û wekî tabloyekê lê dinihêrim, wekî amûreke ji bo seksê bi kar naînim. Hin kes difikirin ku ez piştgiriyê didim tazîkirina bedenê, lê na. Ez dibêjim, jin di warê bedena xwe de azad in û mafê wan heye, çawa bixwazin wiha bikin. Xêzkirina bedena tazî min elaqedar dike. Mixabin, mirov rêzê li tercîhên kesên din re nagirin. Çanda nepejirandina yên din hîn jî di nava civakê de heye.

Peyamên tu dixwazî bi hunerê xwe ragihînî çi ne?

Ez dixwazim bibêjim, divê her kes li xwe miqate be û her ferd di civakê de xwediyê/a bedena xwe ye, divê em rêzê ji jinan re bigirin, mafên wan jî hene. Divê ew wek hebûneke lawaz neyên dîtin. Mafê jinê heye ku her kincê tê de rihet, li xwe bike. Mafê kesî tine ye ji jinan re awayê jiyana wan diyar bike. Bi min, huner ji bo guhertinê amûrek e.

Te pirtûkek weşandibû û tê de gotibû “Hashouma” yanî şerm. Te dixwest bi vê pirtûkê çi bibêjî?

Du beşên pirtûka “Hashouma” hene. Di ya pêşî de ez li ser beden û nasnameya cinsî diaxivim, dibêjim, bedena wê bi çi şiklî dibe bila bibe, divê jin wê qebûl bike. Ne lazim e illeh xweşik û bedew be. Ya diduyê jî derbarê feraseta cinsiyetparêziyê û awayê parastina jinan ji tacîzê de ye. Her wiha min behsa kurtajê, ji ber xwe kirina zarokê jî kir, yanî tabû hemû di pirtûkê de hene. Xala sereke ya ku mijara pirtûkê li dora wê digere, ew çand e ku laşê jinan wekî yê cûreyekî kêm dibîne. Ev jî di encama nebûna çanda zanîna cinsî li dibistan yan malê de derdikeve holê. 

Tu rewşa jinên Mexribê çawa dibînî û çawa wan xêz dikî?

Rewşa jinan li Mexribê ji ya hevcinsên xwe yên li welatên cîran çêtir dibînim. Ji sala 2004’an ve, bi derxistina qanûna malbatê re, di warê mafên jinan de pêngavek hat avêtin. Bi saya têkoşîna jinan gelek maf hatin bidestxistin. Divê em tekoşîna ji bo parastina destketiyên tevgerên jinan ên li Mexribê di salên heştê û notî de, biparêzin. Li gorî min, her kes di civakê de ji bo edaleta ji bo jinan divê bi rengê dikare, têbikoşe. Mînak, ez xêzên xwe wekî têkoşîneke cihêreng dibînim û bi wan li dijî tacîz û şideta li dijî jinan, têdikoşim.

Gelo tu difikirî ku xêzkirina bedena jinê dê nêrîna civakê li ser jinan biguherîne?

Ez difikirim ku pozîsyona min a nîgarkêşiyê û tercîha min a vê rêbaza vegotina êşên jinan, di nava civakeka kevneperest de, rêyek e ku ez pê li dijî ramana baviksalar şer dikim. Ez bedena jinan di çavên mêran de dikim tiştekî normal. Civakên Ereb, timî wê bi perspektîfa cinsî ve girêdidin. Helwêsta min ji bo azadkirina bedena jinan e. Ya ku ez dikim şoreş e. Ya ku îro hewce dike, rêzgirtina ji hemû jinan re ye û rawestandina nêrîna baviksalar e ya ku hîna jî biryarên me kontrol dike.

Zeyneb Fasîkî kî ye?

Zeyneb Fasîkî hunermendeke çêkirina îmajên kartûn a Mexribê ye. Sala 1994’an li paytexta Mexribê Fasê ji dayik bûye. Ew di heman demê de endezyareke mekanîkî, nivîskar û parêzvana mafên jinan e. Ji bo xwe dibêje, “Digel xebata min a di warê bihêzkirina jinan û wekheviya cinsî de îro ez bi huner dijîm a ku ez wê, wek têkoşîna ji bo azadiya bedena jinên Mexribê bibînim. Eleqeya min a bi xêzkirinê re di şeş saliya min de dest pê kir. Komedyenên Emerîkî û Japonî ji min re bûn îlham ku ez bibim karîkaturîst lê hunerê min berê xwe da aliyekî din ku ew jî parêzvaniya jinan e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.