Şoreşê cih da olan

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:30

  • Nûnera Êzîdiyên Rojava Sûad Hiso: Dema ku di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de itîraf bi ola Êzîdî hate kirin, me tavilê dest bi xebatê kir û jin, zarok û ciwan fêrî rêgez û bingehên Êzîditiyê kirin. Ola Êzîdî niha weke beş di zanîngega Rojava de tê xwendin.

Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja duyemîn de dewam dike. Mijara ‘Faktorên ku bi navê olan li dijî gelan hatin bikaranîn û bûn sedema binpêkirinan?’ were nîqaşkirin.

Bi sponsoriya Komxebata Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh Konferansa Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî bi dirûşma "Bi hev re em aştiyê belav bikin" li salona Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê dest pê kir.

Di kongreyê de kesayetên oldar, mezhebî û siyasetvan ên ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîsera Komîteya Parastina Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Kongreya Emerîkayê Nadine Menza û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Jinên Sûriyê, Konra Star, Yekitiya Suryanî, Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê, Meclîsa Rûspiyên Eşîran beşdar bûne. Her wiha kesayetên ji tevahî cîhanê yên Misilman, Xiristiyan, Cihû, Zerdeştî, Hindû û Kakeyî jî peyamên nivîskî û dîmen şandin kongreyê.

Di roja duyemîn a kongreyê de, dê belgefîlmek têkildarî tecrubeya Rojava were pêşandan. Her wiha dê nûnerên êzidî, zerdeştî, cihû, xiristiyan û misilman biaxivin.

Tê payîn ku kongre bi nîqaşên çawaniya xebata pêşerojê bi dawî bibe.

Axêverên kongreyên banga girîgiya karkirinê li ser bingehê Hevpeymana Medîneyê, redkirina gotinên nefretê û belavkirina çanda toleransê nîqaş kirin.

Di roja duyemîn a kongreyê de nûnera Êzîdîtiyê û endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava, Sûad Hiso bal bire ser rola Rêveberiya Xweser di vejandine ola Êzîdî de. Sûad Hiso got, “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadî da hemû pêkhateyên herêmê ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibûn paşguhkirin. Dema ku cara yekemîn di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de itîraf bi ola Êzîdî hate kirin, me tavilê dest bi xebatê kir û jin, zarok û ciwan fêrî rêgez û bingehên Êzîditiyê kirin. Her wiha cara yekemîn e di dîrokê de ku ola Êzîdî weke beş di zanîngega Rojava de tê xwendin."

Hevpeymana Medîne weke çareserî

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Delal Xelîl diyar kir ku ji bo pêkhate hemû kom bibin, xwe bi pêş bixin û jiyaneke civakî ya rast ava bikin, divê nihêrîneke hevbeş a civakî hebe.

Delal Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hewl didin ku rastiya olê ji her kesî re eşkere bikin, her wiha ji ber ku em Îslama demokratîk esas digirin, em rastî gelek êrişan tên."

Serokê Weqfa El-Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêx Senan Sîdoş jî got, “Ola îslamê oleke cîhanî ye û peyama wê ji bo cîhanê ye. Peyama wê edalet e û banga biratî û toleransa di navbera her kesî de ye.”

Senan Sîdoşî bal bire ser Hevpeymana Medîneyê jî û got, “Hevpeymana ku em ê balê bikişînin ser, hevpeymana here baş a biratiyê û qanûnê ye, ew Hevpeymana Medîneyê ye ku parastina azadiya baweriyên gelan hemûyan dike.”

Xweda aştîxwazan pîroz dike

Li ser navê Suryaniyên Cizîr û Firatê, metranê mezheba Suryaniyên Ortodoks, Maurice peyameke bi dîmen da. Metran Maurice lidarxistina kongrê pîroz kir û got: “Ez xwişk û birayên ji olên din ku hewl didin aştiyê ava bikin, silav dikim. Her kesên ku hewl didin aştiyê belav bikin, xweda wan pîroz dike."

Li dijî qaîde û adetên baviksalar

Nivîskar û aktîvîst, Esma Kiftaro jî behsa rola jinê di ola Xiristiyan de kir û got, "Mînak Meryem El-Ezra li hemberî adet û urfên civakî yên baviksalarî ku beşdarbûna jinan di raya giştî de qedexe dikir, sekinî. Her wiha li hemberî qanûnên giran ên li ser jinan hatibûn ferzkirin, rabû.

Meryem El-Ezra bang dike da ku jin bi rola xwe rabin û bikevin warê giştî. Di kesayeta hezretî Xedîce Bint Xiwêlid, hevjîna pêxember Mihemed de, hema wate di nêrîna Îslamê de jî tê destnîşankirin.

Em van mînakan ji dîrokê tînin ziman da ku ji ber pêwîstiya me heye bi têkoşîna li hemberî çanda kolekirin û zilma ku îro li ser jinan tê meşandin.

Sûcdarên ku sûcên destdirêjiyê li jinan dikin, tên parastin."

Esma Kiftaro kêfxweşiya xwe bi projeya Rêveberiya Xweser anî ziman û got, “Wê girîngî bi jinan da, da ku di her warî de di perwerde, tenduristî  û siyasetê de bi rola xwe rabin.”

Divê em ji xwe dest pê bikin

Endamê Komeleya Parastina Gelên di Tehlûkeyê de, lêkoler Kemal Sîdo jî axivî, hêviya serketina kongreyê xwest û got, “Em piştgiriyê didin xweşbîniya ol ya di navbera we de.”

Piştre peyama Serokê Platforma Diyalogan a Cîhanê û Serokê Kongreya Fermandarên ji bo Aştî û Edaletê Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rîfaî hate dayîn.

Prof. Dr. Hamid Bin Ehmed El-Rîfaî di peyama xwe de got, "Aştî jiyan e, aştî, ewlehî, îstiqrar û bipêşketin e. Heger em aştiyê bixwazin divê ji xwe dest pê bikin, bi awayekî cidî li ser esasê hezkirin û rêzgirtina li hemberî derdorê, edaletî, rêzdariya azadiya fikir, rêzdariya pîroziyan bixebitin. Ji bo vê yekê, divê aştiya hişmendî û aştiya wijdan were avakirin."

Li ser navê Behaiyan, peyama Hisên Qasim Hedad jî hat dayîn. Hedad di peyama xwe de diyar kir ku aştî û wekheviya herdu zayendan ji rêgezên Behaîtiyê ne.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, kongreyê dewam dikir.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.