• Îro li Şoreşa Rojava gava hizirîm, û li ber çavên min 10 salên wê yên bihurî bi gewde bûn, min dît, tişta herî serketî ya wê avakirî, hêvî bû.

Îro li Şoreşa Rojava gava hizirîm, û li ber çavên min 10 salên wê yên bihurî bi gewde bûn, min dît, tişta herî serketî ya wê avakirî, hêvî bû. Hêviyeke taybet; hêviyeke jiyana azad a ji tirs û fikarên siberojê azad.

Civakeke ku xelkê xwe, ferdên xwe neke qurbana sermayeya bê rehm. Yanî jiyana wan a îro neke qurbanê berhevkirina sermayeyê û bi tirsa siberojê wan neke koleyê kar, koleyê meaş û koleyê deynan.

Firotina jiyana îro ji bo nanê sibe, êdî veguheriye sîleha herî mezin a tinekirina tevahiya afirîneriya mirovî.

Heta ew bûye ajoya sereke ya tinekirina mala mirovahiyê bi xwe jî. Şiira Rêbwar, bi muzîka Asoy Selte û dengê Necmedîn Xulamî bawer dikim ji bîra gelekan ji me naçe. Belkî klîpa di MMC TV’yê de ya ku li ber vê “goraniya” Necmedîn Xulamî dîmenên wan bi sedhezaran penaberên Kurd ên li ser sînorê dewleta Tirk sala 1991’ê destê xwe li nanî vedikirin, bike ku em şaş bifikirin li ser vê şiirê. Lê şiir ji bo her yekî ji me ye.    

Kî ji me ne “ew kes e ku her roj jiyana îro difiroşe ji bo kirrîna nanê sibe*”, bi rastî jî ez dilê xwe dibijînimê.

Lewma ew kes ji nivê zincîrên kolebûna xwe xilas bûye. 

Kî ji me dikare bibêje, na “ez îro derketim der” lê ne ji bo “jiyana îro bifiroşim ji bo kirrîna nanê sibe”, heft xwezî bi wê, heft xwezî bi wî! Lewma wê yan jî wî xwe ji “xwediyê nên” azad kiriye, ew ne koleyê bi meaş e**. 

Rêbwar di heman şiira xwe de esas du ristan meseleyê safî jî dike: “Di vê bazara bêrehm de, jiyan ji nan erzantir e***”.

Yanî heger jiyan ji nanî erzantir e, naxwe di vê bazarê de ji serî heta binî şaşiyek heye. Şaşiyeke ku em bi pirranî weke cemawer ji ber fikarên ji bo “nanê sibe” zêde lê nafikirin, belkî jî ji bo ku em lê mikur neyên. 

Dîsa ew dîmenên klîpê hatibin bîra we, xwe ji wan daweşînin. Mirov di rewşeke welê de ji bo jiyana wê rojê bi xwe dikare ji bo nan gelek tiştan bike. Erê, dikare xwe biavêje erdan, dikare ji bo gezek nan şer jî bike. Ew kêliya man û nemanê ye.

Na na, xwe ji wan dîmenan daweşînin. Albûma ku Necmedîn Xulamî ev stran tê de gotiye ya sala 1987’an e.

Helbest beriya wê hatiye nivîsandin. Û elaqeya wê bi koçberiyên mezin ên miletê Kurd ê Başûr re nîne.

Elaqeya wê bi wê sîstema jiyanê ya ku me weke insan avakirî re heye. Me çi ava kir? Di demên xwe yên biyolojîk herî çalak de em her tiştî dixin xizmeta reqabeteke bêrehm a ku wê qaşo bi sermayeya berhevkirî, siberoja me ewle bike. Yanî em jiyana xwe di rojên xwe yên herî xweş de dikin qurbana jiyana kalûpîriya xwe. 

Li welatên herî pêşketî yên dinyaya me, esasê temamê aboriya şirket, ferd û dewletê ev e. Her kes bi vê tirs û fikarê hildiberîne, kar dike, dikirre, difiroşe, serf dike, deyn dike, deyn dide: Pêşbaziyeke bê dawî û bazareke bê rehm e ev. 

Şoreşa Rojava hêviyek e ji bo min, ji bo beriya her kesî Kurd xwe ji bêrehmiya vê bazarê û nûnerên wê yên herî xwînxwar, dewletên Tirk û Îranê û rejîma Bees rizgar bikin. Bêyî rizgariyeke bi mekan a weke li Rojava, em nikarin behsa azadiyeke fikrî, madî jî bikin. Ji ber wê parastina vê şoreşê û destketiyên wê ji bo azadiyê heyatî ye. Rojava ne tenê li Rojava, li Bakur, li Başûr û Rojhilat tê parastin. Li seranserê dinyayê tê parastin.

Lê herî zêde û herî zêde li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê tê parastin. Serhildana gel a ji bo Kobanê ya Cotmeha 2014’an îsbata vê yejê ya herî eşkere ye. Sibe em li ku dibin bila bibin, em dikarin nîşan bidin ku em xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin, em xema wê dixwin.    
  
* Di helbesta stranê de dibêje: Min ew kesem hemû rojê / Jiyanî emrom efiroşim/ Bo kirrînî nanî sibey

** Di stranê de dibêje: Emroj dîsan hatûme der / Hey jîn, hey jîn / Jiyanî emrom bifiroşim / Lêm nakirrê xawenî nan

*** Di stranê de dibêje: Lem bazare bê rehme da / Jiyan herzantir e le nan