- Weşanxaneya Aryenê ev demeke kitêbên li hepsê tên nivîsandin, çap dike.
Weşanxaneya Aryenê ev demeke kitêbên li hepsê tên nivîsandin, çap dike. Wê niha jî çîroka bi navê “Sol” a Menaf Osman çap kir.
Çîroka “Sol” bi Kurmancî ye û 96 rûpel e. Bergê pirtûkê jî Menaf Osman bi xwe xêz kiriye.
Menaf Osman ev 28 sal in hepsî ye û cezayê muebetê lê hatiye birrîn.
Menaf Osman nivîskarê romanên “Girê Şêran”, “Namûsname” “Sînor”, û kitêbên çîrokan “Şînok” û “Silava Bajaran” e jî.
NAVENDA NÛÇEYAN