Şîzofrenî û durûtiya Fransayê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 17 Nîsan 2023 - 01:08

  • Dozgerê neteweyî yê “antî-terorê” yê ku li ser siparîşî dozan li Kurdan vedike, dîsa bi îdîaya “fînansekirina terorê” kir ku Kurd ceza bixwin. Dadgehê xwe kor kir li siyaseta durû ya Fransayê ya krîmînalîzekirina Kurdan. Dadweriya ku ji qatilên Kurdan re nekarî bibêje qatil, li 11 penaberên Kurd cezayên giran birrî.   

REWŞAN DENÎZ/PARÎS

 

Dadgeheke Parîsê 14´ê Nîsanê ceza li 11 siyasetvan û aktîvîstên Kurd ê penaber birrî. Sûcên dozgeriyê pê siyastevan û aktîvîstên Kurd tohmetbarkirin jî “fînansekirina terorê” bûn û dadgehê ji 3 salan heta qederê 5 salan cezayên hepsê li Kurdan birrî. Kesên ku cezayê 3 salan li wan hatibû birrîn, bi şert hatin tehliye kirin.  

Dewleta Fransayê ya ku kujerên Kurdan bi israr ji ber sûcên terorê û kuştinên siyasî dadgeh nekirin û îro jî nake, penaberên Kurd bê pirs û guman, ji ber terorê dadgeh dike.

Fransayê beriya niha jî bi heman tohmetbariyê sûcdar kiribûn û cezayên giran li wan birrîbûn. Ji bo vê zilma siyasî ya li penaberên Kurd, Fransayê her carê dozgerê xwe yê neteweyî yê “antî-terorê” ji bo teqîba siyasî ya Kurdan wezîfedar kir. Her carê jî dadgehên Fransî di vê xeleka şelafiya ji bo Enqerê de ya dewleta xwe de ji rê derneketin. Wan bi cezayên herî giran ên mumkin Kurd cezakirin. 

Ji bo vê carê dozger sala 2020´an dest bi lêpirsînê kiriye da ku penaberên siyasî aktîf bixe ber teqîb û zilma siyasî ya dewleta xwe. Hingê du malbatan, du jinên ciwan weke winda dabûn qeydkirin; yek 18 salî û ya din jî 19 salî bû. Malbatan digot, her du jin tevlî nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne.

 

Dozgerê neteweyî keysa xwe lê anî

Axir jinên 18 û 19 salî bi dilê xwe ne çi dikin, lê dozger keys li wezîfedarkirina xwe anî, telefon dan guhdarî kirin, xelk kir ber teqîbê. Îna bihurî 4 kesên ketine ber vê doza siparîşkirî, li dadgehê hazir bûn, ji ber ku girtî bûn. Du kesên din ên ne girtî dihatin dadgehkirin, ew di rûniştinê de ne hazir bûn. cezayên dadgehê birrîne hîna ne yên dawî de, parêzerên Kurdan da zanîn ku ew li ber biryarê rabin û wê bibin dadgeha temyîzê.

Kurdên penaber ên ketine ber xezeba dozgerê neteweyî yê “anti-terorê” yê Fransayê, tohmetan ji berê ve red dikin. Jixwe parêzera wan jî di dema rûniştinê de îşaret bi durûtiya siyaset û dadgeriya dewleta Fransayê beramberî PKK´ê û Kurdan kir. Wê bi bîr xist ku li Rojava Fransa hevkariyê dike bi Kurdan û hevalbendên PKK´ê re li dijî DAIŞ´ê û PKK li Iraqê jî li dijî DAIŞ´ê şer dike. Dadgehê, tevî ku ti biryara hiqûqî li ser wê yekê nîne jî, bi biryarên siyasî di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de bicihkirina PKK´ê ji bo biryara xwe kir sedem.  

 

Li ber biryarê radibin

Parêzerê penaberên Kurd Raphael Kempf rewşa dewleta Fransa û dadgeriya wê beramberî Kurdan weke “Şîzofreniya” Fransayê di peywendiyên wê yên ligel Kurdan bi nav kir. Wî biryar weke encama “durûtiya” siyaset û dadweriya Fransayê beramberî Kurdan bi nav kir û da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin.

 

Li ser Kurdan bazar kirin 

Kolektîfa Înternasyonalîst a Marsîlya Kurdistanê mehkûmkirina 11 Kurdên penaber rûreş kir û got, miameleya meqamên Fransî bi Kurdan re krîmînalîzekirina Kurdan û ev krîmînalîzekirin jî encama hevkariya dîrokî ya dewletên Ewrûpayî û xasma Fransayê bi dewleta Tirk re ye. Kolektîfê wiha bal bire aliyê aktuel ê vê krîmînalîzekirin: “Girtina Kurdan hema piştî axaftineke bi telefionê ya di navbera Erdogan û Macron de destpêka Adarê pêk hatin. Di heman demê de wezîrên kerên derve yên her du welatan civiyabûn li ser meseleya penaberan û rewşa aloz a li derya Spî. Erdogan bi penaberên Sûrî şantajê li Ewrûpayê dike û beramberî wê tawîzan digire ji bo siyaseta xwe ya zilma li dijî Kurdan. 

Ma ne riyakarî ye ku dewletên Ewrûpî gava mesele şerê li dijî cîhadiyan ê li Sûriyê ye weke hevgir behsa Kurdan dikin, lê Kurdên li welatê xwe jî weke terorîst dibînin?”

 

Qatilên Kurdan nabin terorîst

 

23´yê Kanûna bihurî, li Navemnda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, qatilê bi navê William Malet 3 Kurd şehîd kirin. Di nava wan de endama Konseya Rêveber a KCK´ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil hebûn. Hîna nû 7´ê Adara bihurî qatil îfadeyeke qaşo lixwemikurhatinê da. William Malet, hay jê heye diçe ku: “Ew der [komeleya Kurdan] cihê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Ez qebûl nakim tişta ku ew bi DAIŞ´ê dikin. Wan li wir girtî li ser hev kom kirine û wan nadin Beşar Esed û em wan tînin Fransayê. CDK-F tiştekî gelekî milîtan e … ew ultra-nasyonalîst in.”

Tevî ku qatil aliyên êrişê yên siyasî ev qasî eşker ebi nav dike, hîna jî êriş weke yeke siyasî nehatiye binavkirin. Gava ew CDK-F weke “ultra nasyonalîst” bi nav dike, ev binavkirin, tenê binavkirineke dewleta Tirk e. Tevî vê peywendiyên wî yên bi dewleta Tirk re jî nehatine eşkerekirin. Dîtira rojê hebûna erebeyeke sîxuriyê li deverê jî bi meseleyê re nehatiye têkildarkirin.

Gava emesele Kurd in, dewleta Fransayê yekser dozgerê xwe yê anti-terorê wezîfedar dike. Gava mesele qatilên Kurdan in, doz awiqî dimînin. Lêkolînên ku qatilên bi rastî eşkere bikin, nayên kirin.

 

Wêne: Xose Bouzas / Hans Lucas via AFP

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.