Em jî tevlî berxwedana Rojava bibin

Çarşem 5 Sibat 2025 - 03:40

  • Siyasetmedarê Fransî yê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, anî ziman ku li dijî dagirkeriya Tirk berxwedaneke topyekûn heye û got: Rojava ji bo siberojê modelekê pêşkêş dike. Divê êdî dawî li polîtîkayên durû were û ji Erdogan re bêjin bisekine.

Di demeke ku nîqaşên Sûriyeya nû didomin de, ji qada navneteweyî siyasetmedar, parlamenter û rewşenbîr jî di nav de şande serdanên xwe yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Şandeyên Îtalya û Fransayê ku di demek nêz de çûn Rojava û gelek hevdîtin kirin, rewşa li herêmê ji nêz ve çavdêr kirin. Sekreterê Peywendiyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutiflat jî di nava van şandeyan de cih girt. Têkildarî serdanên wan, geşedanên li herêmê û helwesta civaka navneteweyî Sekreter Dylan Boutiflat axivî.

Berxwedana Tişrînê divê bê teqdîrkirin

Boutiflat diyar kir ku ew ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin vexwendin û got:“Li gorî çavdêriyên destpêkê; em ji nêz ve bûn şahidê seferberî û şerê bi pêşengiya jinan a li dijî hêzên dagirker ên Tirk û milîsên wan. Weke kesekî ku serdana herêmên şer kirî, hem alîkariya mirovî û rewşa lezgîn a ewlehiyê, hem jî berxwedana bêhempa û biryardariya mirovan min hîs kir. Bi taybetî li Bendava Tişrînê û qada şer, hem sivîl û hem jî xelkê herêmê ji têkoşînê re pêşengiyê dikin. Mêr û jin her roj ji bo dabînkirina avê bixin garantiyê û nehêlin Tirk û milîsên wan herêmê kontrol bikin, şer dikin. Sivîl, aktorên siyasî û hêzên leşkerî li aliyekî ewlehiya herêmê pêk tînin, li aliyê din jî ji bo jiyana li herêmê bidomînin, tam seferber bûne. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêre, bi rastî jî hêjayî teqdîrê ye. Ev berxwedan dersa hestê pîvan û berpirsyariyeke bilind e; ji ber ku nabe em tiştî nekin û birûnin.’’

Divê em jî seferber bin

Tevî ku 10 sal li ser rizgarkirina Kobanê derbas bûne, hîna jî li herêmê şer didome. Weke Ewropî û Fransiyan şahidî ji vê yekê re kirin hem ji bo me girîng e hem jî cihê xemgîniyê ye. Sivîl hîna ji bo jiyanê li çeperan dimînin û bi taybetî jî ji aliyê hêzên Tirk ve tên hedefgirtin. Dîsa nediyariya têkildarî aqûbeta koçberên ji Efrîna dagirkirî hatine û gelek koçberên din, dewam dike. Em çûn Reqayê û li vir me bi kesên ji Efrînê hatine re hevdîtin kir. Em yek bi yek bûn şahidê mexdûriyeta van mirovan. Encama herî girîng a me ji vê serdanê derxistî, hestê pîvan û berpirsyariyê ye.”

Sûcên şer ên Tirkiyê şermezar bikin

Boutiflat destnîşan kir ku tişta wî bandor kirî, li Rojava hêz di navbera jin û mêran de tê parvekirin û got:“Me têkildarî sîstema li Rojava gelek tişt bihîst, vê carê me bi çavê xwe dît. Jinên li Reqayê li dijî vê ferasetê têkoşîneke xurt dimeşînin. Dostên me û gelên vê herêmê di bin xeteriya leşkerî ya komên milîsên cur be cur, cîhadîst û yên ji Tirkiyeyê dijîn. Dema me serdana goristana li Kobanê kirî, wê kêliyê ez gelek bandor kirim. Rêzkirina goran, dîmenên rewşa piştî Şerê Verdun ku dema ez ciwan min ziyaret kiribû, anî bîra min. Her wiha, ji Rêveberiya Xweser, QSD û hêzên leşkerî kesên ku em pê re axivîne, min xwest çavdêr bikim ku piştgiriya Emmanuel Macron çawa fêm dikin. Gelek ji wan dibêjin, Serokkomar Macron niyeteke pir baş raber dike, lê belê êrîşên dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê û sûcên wî yên şer bi eşkere şermezar nake. Beriya 10 salan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de li Kobanê feraseta cîhadîst têk çû, îro jî em rû bi rûyê feraseteke teokratîk û paşverû ne ku hewl dide modela xwe tenê li Rojava na, li hemû herêmê ferz bike. Ev hêza tarî, hêza Erdogan e ku niha hewl dide qedera Rojava û Sûriyeyê bandor bike. Em destûrê nadin vê yekê.”

Divê dawî li durûtiyê bê anîn

Dylan Boutiflat anî ziman ku di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de gelek nediyarî hene û got:“Tişta ku min aciz dike, durûtiya me ya li hemberî Kurdan e. Herî zêde Kurdan li Sûriye, Rojava û Iraqê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de fedekarî kirin. Divê em dawî li vê sekna xwe ya durû bînin, divê em hemû binpêkirinên Erdogan bi eşkere bînin ziman û jê re bêjin bisekine. Fransa, wê 13’ê Sibatê li Qesra Élysée têkildarî siberoja Sûriyeyê konferansekê lidar bixe. Em ji Serokkomar Macron dixwazin di vê civînê de ne tenê lîderên nû yên li Şamê, di heman demê de hemû hêzên li herêmên cuda yên Sûriyeyê pêşwazî bike. Eger Serokkomar Macron nûnerên Rêveberiya Xweser venexwîne konferansa Élysée, em ê jî wan vexwînin Meclîsa Neteweyî û pêşniyarî wan bikin ku werin Parlamentoya Fransayê baxivin. Divê gelên Sûriye û Rojava bi xwe biryara xwe ji bo siberoja xwe bidin. Li ser navê wan biryardayîn, ne karê me ye.  Em ê înîsiyatîf bigirin. Em ê çavdêriyên xwe yên li herêmê, di rojên pêş de bi raya giştî re bi berfirehî parve bikin. Li gel konferansa 13’ê Sibatê ya têkildarî siberoja Sûriyeyê, em ê li Parlamentoya Neteweyî jî hewldanekî bikin. Ji xeynî van, pir girîng e ku em gelê Fransayê bi rewşa Rojava agahdar bikin.”

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.