Nêrînên Ocalan hêviyê didin

În 7 Sibat 2025 - 03:30

Şandeyeke Fransayê ku ji gelek parlamenteran û nûnerên partiyên siyasî pêk dihat, di navbera 22-28’ê Çileyê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ziyaret kirin. Di 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de bi YPJ, QSD û gelek saziyên siyasî re hevdîtin kirin. Parlamentera Partiya L'Aprèsê ya Herêma 20’emîn a Parîsê Danîelle Sîmmonet têkildarî serdanê û êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 

Ji bo bidawîkirina bêdengiyê çûn 

Danîelle Sîmmonet, diyar kir ku ew bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê çûn serdanê û got:“Di demeke ku Tirkiye her roj êrişî xaka Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser dike de me xwest piştgiriya xwe nîşan bidin û bêdengiya navneteweyî ji holê rakin. Li Bendava Tişrînê her roj sivîl û endamên QSD’ê jiyana xwe ji dest didin. Divê Fransa, YE û NATO bikeve nava tevgerê, daxwaza agirbestê bikin û li dijî Tirkiyeyê biryara mueyîdeyan bidin. Divê mudaxileya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bi dawî bibe.” Danîelle Sîmmonet, da zanîn ku wan xwestine jiyana nû ya bi Rêveberiya Xweser hatiye avakirin bibînin û got: “Me dît ku ev model ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne pirsgirêk lê çareserî ye.” 

Rêxistinbûna jinan 

Danîelle Sîmmonet, got ku hevdîtina wan bi Kombûna Jinan a Zenûbiyayê re li Reqayê kirin pir bandor li wan kiriye û got:’’Berdevkên rêxistinê zextên di serdema DAIŞ’ê de vegotin. Niha azad dijîn, dixebitin û weke meclisên jinan xwedî hêz in.  Jinekê ji min re got; ‘Peymaneke me ya civakî heye. Destûra me ya bingehîn heye û dibêje jin û zilam wekhev in lê em dizanin ku ji bo wekheviyê divê jin xwe birêxistin bikin.’ 

Danîelle Sîmmonet diyar kir ku jiyana demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo hemû gelên cîhanê hêvî ye û got:“Weke femînîstekê ez dixwazim fikrên Abdullah Ocalan bizanim. Bi taybet jî nêrînên Ocalan ên femînîst pir hêviyê didin; li cîhanê pir kêm mirov hene ku di mijara rola jinê ya di nava civakê û siyasetê de xwedî fikrên ewqas pêşverû be. Ez ji şoreşa femînîst gelek bibandor bûm. Jinên Kurd li dijî nêzikatiyên zayendperest, tundî û zextê xwe birêxistin kirine. Jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe hatine gel hev, meclisên xwe ava kirine û bi awayekî wekhev peywira xwe ya hevserokatiyê dikin. Ev vîzyonên wekhev ên têkildarî rolên jin û zilaman, mînaka vê li cîhanê tune ye.” 

Divê Ocalan azad bibe 

Danîelle Sîmmonet, got ku di serî de Rêber Abdullah Ocalan divê temamiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bên berdan û got: “Gelek girîng e ku mirov Abdullah Ocalan weke Mandela bibîne. Divê tavilê azad bibe. Hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re erênî ne. Hêvîdarim nîşaneya nêzikatiya hikûmeta tirkan a li dijî civaka Kurd be. Dibe ku ev yek rê li ber azadiya Ocalan û girtiyên din veke. Lê di vê navberê de Tirkiye êrişî Bendava Tişrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Gelên Tirkiye, Sûriye û herêmê agirbest û aştiyê dixwazin lê armanca Erdogan cuda ye.” Danîelle Sîmmonet, da zanîn ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in û got:“Em ji bo xerakirina bêdengiya navneteweyî ya li dijî êrişan çûn Rojava. Esad ket lê aştî çênebû. YE’yê ji bo kontrolkirina koçberan gelek pere dan Tirkiyeyê. Ev durûtî ye.” 

Divê ev tecrûbe bê esasgirtin 

Danîelle Sîmmonet, daxuyand ku bêyî tecrûbeya Rojava Sûriyeya nû nikare were avakirin û ev bang kir:“Dixwazim ji civaka navneteweyî, hikûmeta Fransayê û Serokkomar Emmanuel Macron re vê bibêjim; berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Divê hûn ji Erdogan re bibêjin ku dawî li êrişên xwe yên ser Tişrînê bîne û ji Îsraîlê re jî bibêjin ku êrişên ser Golanê bide sekinandin. Em bi koçberên Efrînê re axivîn. Dixwazin vegerin ser xaka xwe. Projeya demokratîk a Rojava divê di nava Sûriyeyeke nenavendî de, mafên jinan û nûnertiya wekhev a hemû gelan were parastin. Ev yek wê ji bo hemû gelê Sûriyeyê baş be.” 

MA/HÎVDA ÇELEBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.