Evrîm Alataş dev ji nivîsandinê berneda
Şemî 12 Nîsan 2025 - 03:10
Rojnameger, nivîskar û rexnegira Kurd Evrîm Alataş 14 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Mukaddes Alataş wiha got: “Evrîmê ji bo bilindkirina têkoşînê xwe berpirs didît”
Evrîm Alataş di 15’ê Nîsana 1976’an de li gundê Golpinar a Akçadag a Meletiyê hat dinê. Di 1994’an de dest bi rojnamegeriyê kir. Di rojnameyên Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê de nûçegîhanî û edîtorî kir. Di gelek rojname û kovaran de nivîsî.
Ligel pirtûkên Çîrokên Mayoz Bolunme û Her Dagin Golgesî Denîz, senaryoya fîlmê ‘Min Dît’ jî nivîsî.
Xwişka wê Mukkades Alataş ku şahidiya jiyana xwişka xwe kir, der barê xwişka xwe de axivî.
Dihat darizandin
Mukaddes Alataş da zanîn ku li Tirkiyeyê rojnamegeriya muxalîf zehmet e û û got: “Evrîmê bûyerên Gaziyê ji serî de şopandibû û bi nasnameya muxalîf şopandibû. Biçûna kîjan çalakiyê dihat darizandin. Ji çend rêxistinan dihat darizandin. Armanc çewisandin û serîtewandin bûn. Ji bo Kurdan hele ji bo jinên Kurd rojnamegerî zehmet bû. Evrîmê di 1994’an de li Gundemê de dest pê kir. Wê demê gund dihatin şewitandin, windahî hebûn, komkujî hebûn.”
Tevî her tiştî diçû nûçeyan
Mukaddesê balkişand ser nexweşiya Evrîm Alataş û wiha domand: “Tevî nexweşiya xwe dest ji rojnamegeriyê berneda. Li Stenbolê dema diçû nûçeyê perûk û rûpûşa xwe digirt û diçû nûçeyan. Piştî demekê vegeriya Amedê. Xebatên xwe domand. Evrîm di ekîba organîzekirina rojên wêjeyê de cih girt. Ne tenê bi rojnamegerî bi têkoşîna hebûna gelê Kurd jî xwe nîşan dida. Ji bo xurtkirina wêjeya Kurd xebat dimeşand.”
Dev ji nivîsandinê berneda
Mukaddes Alataş wiha dirêjî dayê: “Evrîm dema hat Amedê nexweşiya wê giran bibû. Lê ji ber nikaribû derkeve derve û nûçeyan çêbike gazinc dikir. Evrîmê heta dawiya jiyana xwe nivîs dinivîsî. Evrîmê digot ger ku min li dijî nexweşiyê têkoşîn nedaba min ê tiştên pir cuda bikira. Ji bo bilindkirina têkoşînê xwe berpirs didît.”
JINNEWS/ŞEHRÎBAN ASLAN/AMED