Ji jinên ciwan pêngaveke nû
Çarşem 9 Nîsan 2025 - 03:35
Bi armanca xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêber APO Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê dem dema pêşengiyê ye” pêngavek nû dan destpêkirin. Berdevka giştî ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj têkildarî pêngava ku dane destpêkirin, erkê ku ji bo pêvajoyê dikeve ser milê jinên ciwan û biryardariya jinên ciwan a têkoşînê ji ajansa me re nirxandin kir.
Bêrîtan Roj da zanîn ku pêvajoya ku niha Rojhilata Navîn tê de derbas dibe pêwistiya wê bi xwedî derketina li banga dîrokî a Rêber APO heye û got:“Beriya çend rojan bi bonaye 4’ê Nîsanê jinên ciwan û ciwanan meşek girseyî li dar xistin. Rêbertî nameyek ji ciwanan re şand û tê de banga rêxistinbûyîn û pêkanîna erk û berpirsyartiya ciwanan kir. Rêber Ocalan her di pirtûkên xwede behsa dînamîzmeya civakê, jinên ciwan kiriye ku yê guhertin û veguhertinê tekez bike ciwan in. Rêber Apo di nameya xwede diyarkir ku pêwiste em wekî jinên ciwan 24 seatan li ser piya bin da ku em bighêjin azadiya xwe û civakê. Ew name ji bo me pir girîng e û hêvî di dilê her ciwanekê da ava kir.”
Bi pêşengiyê digîhên armanca xwe
Bêrîtan Roj da zanîn ku pêvajoya niha, pêwistî bi pêvajoyek nû ya tekoşîn, berxwedanî û rêxistinbûyînê heye û got:“Em piştgiriya xwe ji bo tevahî jinên ciwan didin diyar kirin. Ji ber ku em wek Yekîtiya Jinên Ciwan ne tenê me xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin kiriye, li tevahî Sûriyeyê wekî sîwan ji bo her jinek ji çi pêkhate dibe bila bibe her kes dikare bi rehetî cihê xwe dinava me de bigre û xwedî li nasname, çand û hebûna xwe derkeve. Ji bo ku em xwedî li hemû jinên ciwan û nameya Rêber Apo derkevin me pêngavek nû bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê dem dema pêşengiyê ye” da despêkirin. Di vê pêngavê de wê semîner, perwerdeyê bîrdozî, rêxistinî werin dayîn, da ku em bikarin hemû jinên ciwan birêxistin bikin. Ev pêngav heta em bikaribin azadiya fîzîkî a Rêbertî misoger bikin û hemû jinên ciwan birêxistin bikin wê dom bike. Xeta ku Rêber Apo daye pêşiya me bi pêşengtiya jinê dest pê kir û em ê bi pêşengtiya jinê bigihijin armanca xwe.”
NÛJINHA/RONÎDA HACÎ