Gerek dewlet tavilê gavê biavêje

Şemî 12 Nîsan 2025 - 03:15

  • Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku gerek dewlet tavilê bersivê bide Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo û gavê biavêje.

'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de bi rêya Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand, rojeva sereke ye. Piştgiriya ji bo banga Rêber Apo dewam dike. Lê belê dewlet û desthilatdariyê hîn gaveke şênber neavêtiye.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Kerem Canpolat axivî û ev nirxandin kir:

"Em zehmetiyê dikişînin ku navekî li pêvajoyê bikin, ji ber ku hin gav hene ku divê bêne avêtin lê nayên avêtin. Birêz Abdullah Ocalan beriya niha daxuyaniyên wêrek da, bi taybetî di pêvajoya 2013 û 2015'an de. Mixabin ew pêvajo hate têkbirin. Bû pêvajoyeke welê ku herdu aliyan winda kir. Banga ku Birêz Ocalan di 27'ê Sibatê de kir xwedî wê perspektîfê ye ku hem Tirkiyeyê, hem Kurdistanê, hem jî Rojhilata Navîn eleqedar dike û dikare ji vê krîzê rizgar bike.

Vê bangê hêviyeke mezin da hemû beşên civakê. Yek ji armancên têkoşîna me hemûyan pêkhatina aştiyê ye. Rawestandina şer û rijandina xwînê ya li Tirkiyeyê ye. Ev têkoşîn ji bo wê yekê ye ku rêveçûna neyînî ya li Tirkiyeyê ji bo Kurdan û Tirkiyeyê veguherîne rêveçûneke erênî. Birêz Abdullah Ocalan di demekê de ku rewşeke xitimandî hebû daxuyaniyeke gelekî mezin a erênî kir."

Kerem Canpolat destnîşan kir ku divê dewlet tavilê gavên erênî û şênber biavêje û got, "Dewletê ji pêvajoya çareseriyê ya destpêkê û vir ve gaveke erênî neavêtiye. Ji girtinan heta bi binpêkirina hiqûqê em bi gelek bêhiqûqiyan re rû bi rû man. Li gel vê yekê aliyê Kurd piştî 12 salan di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de gaveke gelekî girîng avêt. Ji bo rêveçûna neyînî ber bi rewşeke erênî ve bibe bangek kir ku divê êdî li Tirkiyeyê çek bêdeng bibin. Ev yek bangeke gelekî hêja ye. Mixabin li gel ku du meh di ser bangê re derbas bûne dewletê hîn gavek neavêtiye. Bi gavên herdu aliyan pêşketin dibe. Ji ber sedemên berê gelê Kurd ji dewletê bawer nake û bi guman e. Divê dewlet tavilê gavê biavêje. Şertê destpêkê yê gavavêtinê jî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Divê Birêz Ocalan azad bibe û pêvajoyê bi rê ve bibe. Heta ku ji herdu aliyan ve gav neyê avêtin, bi fedakariya yekalî pêvajo ber bi rewşeke erênî ve naçe."

Kerem Canpolat diyar kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê pêk were û got, "Dewlet bi xwe qebûl dike ku Birêz Abdullah Ocalan lîderê damezrîner e û vê yekê beyan dike. Bi daxuyaniyeke bi tenê 2 meh in atmosfera li Tirkiyeyê erênî bûye; li gel ku dewletê gav neavêtiye aramiyek heye. Eger Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û pêvajoyê ji derve bimeşîne wê her kes qezenç bike. Dewlet bi xwe Birêz Ocalan bi fermî muxatab dibîne û danûstandinan pê re dike. Nabe ku mirovekî bi vî rengî li girtîgehê bê hiştin. Divê Birêz Ocalan tavilê azad bibe."

 ANF/AMED  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.