Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol dewam dike.
Li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo pêşkêşkirina şanoyan di roja 4’an de didome. Îro koma Renîm şanoya bi navê "Bê Belge" pêkêş kir. Nivîskarê şanoyê Ebas El Hayik, derhêner Kamîran Caro, sînografiya Ehmed Kinco û lîstikvan Rodî Osman e.
Koma Renîm bi şanoya xwe dika Navenda Mihemed Şêxo hejand. Şano li ser zulmên ku rastî gelê Kurd tên, paşguhkirin û dûrxistin wî û nenaskirina maf û nasnameya wî li ser xaka wî ya dîrokî ye.
Rodî, piştî rêya xwe winda dike li kokê dara bê belge diqelibe, li nava tiştên di çenteya xwe de li pirtûkekê digere. Rodî pir ji xwendinê hez dike û nikare bêyî xwendina pirtûkê di bin stêrk û asîmanê tarî de xew bike.
‘Di vî welatî de bênasname me!’
Bûyerên ku di pirtûkê de hatine vegotin ji Rodî re tengasî û kerore çêkirin, ji ber vê yekê wî ew perçeperçe kir û çîroka xwe bi xwe nivîsand. Şano balê dikişîne ser Rodî yê ku rêya xwe winda kiriye û tiştekî ku wî bêpêçe û ji sermaya sar biparêze nîn e û ev cara yekemî ne ku piştî mirina bavê xwe ji mala xwe bi dûr dikeve. Rodî diçe mala bavê keça jê hez dike û dixwaze pê re destgirtî be, lê bavê wê ji Rodî re wiha dibêje: "Tu bê nasname yî û wê zarokên te jî bê nasname bin." Rodî bi hêrs dibe û dibêje: "Ez ji wê hez dikim û ew jî ji min hez dike." Bavê keçikê wî ji mal derdike, ji ber ku bê nasname ye. Rodî xwe gunehbar hîs dike ku nizane wê hin belge jê re bibin pirsgirêk e û bêriya rojên berê dike ku dema bi hev re dilîstin.
Piştî redkirinê, bavê keçikê ji dayika Rodî dixwaze ku kurê wê ji keçika wî bi dûr bikeve û dema vîze wergirt dikare were û pê re bizewice, lê ji bo Rodî wergirtina vîzayê zehmet e. Ger hêsan bûye wê bavê Rodî wergirta. Rodî dibêje: "Ma ne ji mafê min e di vî welatî de xwedî nasname bim? Welat ne belge ne, welat xwîna di damarên me re dirêwşin e. Tevî ku di vî welatî de bê nasname me, ez ên din jî nas nakim." Ji bo çîroka dawî ya pirtûkê bizane Rodî li nava belgeyên parçekirî digire û careke din bêhêvî vedigere.
Li Navenda Çandê ya TEV-ÇAND’ê koma Siyê ya ji bajarê Kerkokê yê Silêmaniyê şanoyek bi navê "Ez û tu 9 meh" ji senaryo û derhêneriya Qasim Ebdusetar hat pêşkêşkirin.
ANHA/QAMIŞLO