Operasyon dihîgê armanca xwe
Sêşem 8 Nîsan 2025 - 03:25
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi desteka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 5’ê Nîsanê li Kampa Roj a li Dêrikê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin. Operasyona ku dewam dike piştî zêdebûna hewldanên reva ji kampê û kiryarên kuştinê hat ragihandin. Têkildarî rêveçûna operasyonê û encamên ku heya niha bi dest xistine, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin Lema Semîr Îsamîl axivî.
Lema diyar kir ku operasyona bi pêşengiya jinan bi hêz û awayekî çalak didome û got, di her du rojên destpêkê yên operasyonê de, pirtûk, miqdarek pere û hin amûrên elektronîk ên ku fikrên tundaw di nav jin û zarokan belav dikin de, hatin desteserkirin. Lema Îsamîl bi bîr xist ku di demên dawî de tevgerên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê zêde bûne û got:"Ev yek moral dide malbatên wan ên li kampê û dibe sedema zêdebûna hewldanên wan ên reva ji kampê û derxistina tevliheviyan." Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku jin û zarokên DAIŞ’ê yên li kampê hîna bi fikrên tundraw ve girêdayî ne. Lema Îsamîl bal kişand ser rola pêşeng a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:"Operasyona me ya ewlehiyê îsbat kir ku jin dikarin ewlehiyê bisepînin û di jîngehên pir tevlihev de jî guhertinê çêbikin." Lema Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li hemberî hewlên derxistina tevliheviyê civakê biparêzin û got:"Ev ax bi xwîna şehîdan rizgar bûye, em ê nehêlin ewlehiya herêmê were xirabkirin."
ANHA/QAMIŞLO