Em Rêberê xwe azad bikin
Duşem 10 Sibat 2025 - 03:10
- Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêber Abdullah Ocalan, li Ewropayê "Meşa dirêj" hat destpêkirin û di dawiya meşê de wê mîtîng pêk bê. Xezal Mamedova mîtîng wek "fînala dîrokî" bi nav kir û got: “Werin em di sala 26’an de Rêberê xwe azad bikin.”
Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê dest pê kir, bi rojane didome. Nokteya fînalê ya meşê Strazburge û dxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan balê dikşîne.
Xezal Mamedova ku di çarçoveya meşê û pêngavê de xebat meşand der barê atmosfera meşê û fînala mîtîngê de axivî.
Pêngav du sal in didome
Xezal Mamedova da zanîn ku ev pêngav du sal in ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û meşa dirêj jî di vê çarçoveyê de didome. Xezal Mamedova wiha vegot: “Rêber Apo 26 sal in di bin tecrîdê de ye. Dewleta Tirk dîl digire. Li dijî vê li Ewropayê du sal in em pêngavekê didin meşandin û em ketin asta duyemîn. Sala ewil ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî bû. Îsal 21 kes, ji 21’ê çileyê de ye di çarçoveya vê kampanyayê de dimeşin.”
Paradîgmayê wek hêvî dibîne
Xezal Mamedova got nêzîkatî û piştgiriyên bo meş û pêngavê erênî ne û got: “Di seranserê meşê de em bi hevşaredar û parlamenteran re hatin gel hev. Ev meş erênî pêş dikeve. Tevlibûn û piştgirî heye. Em bi hevşaredar û parlamenteran re hevdîtinê dikin. Nêzîkatiyên erênî hene. Bi paradîgmaya serokatiyê bawer dikin û bi hêvî dibînin.”
Rojava û Abdullah Ocalan
Xezal Mamedova wiha dirêjî dayê: “Hemû cîhan û Fransa li dijî Gelê Kurd berpirs û deyndar e. Bi taybet piştî şoreşa Rojava û azadbûna Kobanê, Rojava, Kobanê û Abdullah Ocalan li ser zimanê her kesî ye. Me ji hevdîtinên li Ewropayê ev pir bihîst. Rayedaran ev îfade pir anîn ziman. Di 13’yê sibatê de li Parîsê konferansek navneteweyî pêk tê. Dixwazin wezîrê karê derve yê Rojava jî tevli bibe. Em bi vê pêvajoyê bawer dikin.”
Jin bê navber dixebitin
Xezal Mamedova diyar kir ku Tevgera Jinên Kurd vê mijarê de xebatên mezin dimeşînin û ji bo ji pêvajoyê encamekê bigirin bê navber dixebitin. Xezal Mamedova wiha got: “Bi taybetî ji aliyê TJK-E ve xebatek mezin û zêde tê meşandin.”
Ji bo mîtîngê bang
Xezal Mamedova ji bo mîtînga dîrokî jî ev bang kir: “Werin em di sala 26’an de Rêberê xwe azad bikin, bêyî ku tecrîda li ser wî bikeve sala 27’an. Rêbertî dibêje 'Hêvî ji serketinê bi qîmettir e'. Weke Gelê Kurd divê em di rê û rêbazan de bi baldarî û bi tedbîr tevbigerin û di vê pêvajoyê de di çarçoveya azadiya Rêbertî de xebatên xwe xurtir bikin. Di vê pêvajoyê de divê em meclîs û komunên xwe bi zêdekirina hejmara wan xurt bikin.”
JINNEWS/ENQERE