Siyaseta PDK’ê ya herî xeter e

Sêşem 27 Sibat 2024 - 02:45

  • Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku siyaseta PDK’ê metirsiyeke mezin bi xwe re tîne û bang li xelkê her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî van lîstokên metirsîdar ên PDK’ê helwest bigire û têbikoşe.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê derbarê hêz anîna PDK’ê ya qadên gerîla daxuyaniyek weşand û wiha got:“Dewleta Tirk a faşîst li herêmê û cîhanê hewl dide tifaqeke antî-Kurd ava bike. Bi taybetî hêzên ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser navê Kurdan siyasetê dikin, di vê dema dîrokî de bi berpirsyariya pêşxistina stratejî û siyaseta hevkar re rû bi rû ne. Lê, malbata Barzanî ya ku PDK’ê bi rê ve dibe şûna ku ji bo yekîtiya Kurdan bixebite, bi tifaqa antî-Kurd re hevkariyê dike û hewl dide çarenûsa Kurdan bike qurbanê berjewendiyên malbata xwe. Ev siyaseta PDK’ê mîna ku di dîrokê de zirarên mezin daye Kurdan û bi taybetî Başûrê Kurdistanê, îro jî metirsiyeke mezin bi xwe re tîne.”

Serweta xwe zêde dikin

Di daxuyaniya Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin:“Ji sala 2003’yan û vir ve piştî ku Başûrê Kurdistanê statuyeke fermî bi dest xist û li Iraqê mafên Kurdan kete bin ewlehiya makeqanûnê, ji bo demokratîkbûna Iraqê û çareseriya pirsgirêka Kurd a li vî welatî derfeteke mezin çêbûbû. Lê rêveberiya PDK’ê hizirî ku demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd wê zirarê bide berjewendiyên wan ên malbatî, li aliyekî hewl da hundirê destûra Iraqê vala bike, li aliyê din derfetên polîtîk û aborî yên Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên desthilatdarî, malbat û partiya xwe sûîstîmal kir û pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Îro krîza siyasî û krîza aborî encama yekser a vê siyaseta PDK’ê ye. Xelkê li Başûrê Kurdistanê her roja ku derbas dibe hîn xizantir dibe û neçarî koçê tê kirin. Malbata Barzanî jî serwetê li ser serweta xwe zêde dike û pereyên ku ji gel dizîne, vediguhêze welatên ji derve.

Nêçîrvan Barzanî dagirkeriyê rewa dike

Tevî ku ev rastî hemû li holê ne jî, Nêçîrvan Barzanî li ser navê PDK’ê diaxive û PKK’ê ‘bi avakirina pirsgirêkan li Başûr û rêznegirtina li saziyên Başûr sûcdar dike!’. Bi vî awayî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Iraq û Başûrê Kurdistanê rewa dike. Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ne bi rastiya dîrokî, ne bi konjonktura îro û ne jî bi edeb û exlaqê re ti eleqeya wê nîne. Her kes baş dizane yê ku avahiya parlementoyê ya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî leşkerên Sedam kiriye, PDK bi xwe ye. Yê ku li Kurdistanê naveroka têgeha ‘pêşmerge’ vala kir, di sala 1975’an de pêşmerge bêçek kir û piştre jî pêşmerge bêqîmet kir û kir hêza xizmetê ya artêşa Sedam û artêşa Tirk a dagirker PDK bi xwe ye. PDK li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê ji Şengal, Kerkûk û Hewlêrê reviya. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û PKK’ê bi dayina berdêlên mezin Başûrê Kurdistanê parast û li dijî DAÎŞ’ê li eniya pêş şer kir. Niha jî PDK destkeftiyên Iraq û Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike, destûr dide artêşa Tirk bi sedan baregeh ava bike, xizmeta lojîstîk pêk tîne û derfet dide endamên terorîst ên MÎT’ê ku li Başûr bi rehetî tevbigerin. Yên ku bi qehremanî şer dikin û ax û gelê xwe diparêzin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û PKK’ê ne. 

Divê li hemberî siyaseta xeter têbikoşin

PDK li şûna ku li gorî berjewendiyên gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê siyasetê bike, bûye dirêjahiya siyaset û îstîxbarata Tirkiyeyê. Dixwaze cudahiyên etnîkî û olî ku dewlemendiya Iraqê ye, bike zemîna pevçûn û nakokiyan. Îro bi PDK’ê re hewl tê dayîn çeteyên Roj û Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di bin ala Iraqê de bixin qadên gerîla. Di dema ku gerîlayên azadiya Kurdistanê derbe li ser derbe li artêşa Tirk a dagirker dixin, PDK jî hewl dide leşkerên Tirk rizgar bike. PDK vê yekê bi ala Iraqê di bin navê Parazvanên Sînorê Iraqê de bi kar tîne da ku rewşa xwe ya xiyanetê veşêre û artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê bi cih bike. Em bang li rayedarên dewleta Iraqê dikin, divê destûr nedin ku nasnameya Muhafizên Sînor ên Iraqê û ala Iraqê ji bo nixumandina sûcên dewleta Tirk bikar bînin û nebin hevkarê hîleyên qirêj ên AKP-MHP’ê. Li hemberî vê siyaseta hevkar a PDK’ê, ku ne tenê destketiyên Başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê, heman demê deriyê qirkirinê li hemû Kurdan vedike, em bang li xelkê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî van lîstikên metirsîdar ên PDK’ê bibin xwedî helwest û têbikoşin. Bi taybetî em bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin li dijî vê siyaseta hevkar û xayîn a PDK’ê û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê helwest were pêşxistin, berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.