‘Siwarên Dêmanî’ ji Aryenê derçû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 22 Hezîran 2024 - 00:20

Weşanên Aryen pirtûkeke nû ya helbestan çap kir. Pirtûka Welat Esen a helbestan a bi navê “Siwarên Dêmanî-Siya Sêdaran” ji 112 rûpelan pêk tê.

Welat Esen ku ev 29 sal in di hepsê de ye bi pirtûka xwe ya “Ev Rû Ev Xerîbî” di sala 2021’an de Xelata Helbestan a Arjen Arî wergirtibû.

Nimûneyek ji helbestên “Siwarên Dêmanî” li jêr e;

em ê biçûyana

ew ê dûr biketa

em ê biçûyana

ew ê nêz biketa

em ê biketana

ew ê rabûya

em ê rabûyana

ew ê biketa

bextê me, di rê de em li hev aliqîn

wê serê me xwar

me serê wê

ne ew qediya ne em qeliyan

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.