Sivîlek din şehîd bû

În 16 Tebax 2024 - 01:25

Çeteyên rejîma Şamê ji şeva sêşem-çarşema borî ve bajarokên gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê bi guleyên hawan û obîsan topbaran dikin. Herî zêde bajarokên Ebû Hemam, Keşkiye, derdora bajarê Besîra hatin topbarankirin. Di encama topbaranan de gelek sivîl di nav de jin û zarok şehîd û birîndar bûn. Di encama topbarana li dijî bajarokên Ebû Hemam û Keşkiye de 14 sivîl birîndar bûn, ji wan rewşa 2 kesan giran e. Birîndarê bi navê Emar El Salih El Elî ku di nexweşxaneyeke Hesekê de dihat derman kirin, şehîd bû. Bi wê re hejmara şehîdan bûn 15 û birîndar bûn 24.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.