Sirûşta Rewandizê bi boyaxa avî

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Adar 2023 - 03:36

Li Rewandizê Pêşengeha Wêneyan a Hunermend Êriş Mexdîd a 5’an li hola Rewşenbîran hate lidarxistin. Li wir zêdetirî 50 tabloyên hunerî yên xwezaya Kurdistanê hatin nîşandan. Hunermend Êriş tabloyên xwe bi boyax û avê di standarta cîhanî de çêkirine ku dikare di pêşangehên navneteweyî de jî nîşan bide.

Şêwekar Êriş Mexdîd derbarê pêşengeha xwe de got, “Taybetmendiyên karê min ji wênesazên din cudatir e. Ji ber ku ez li ser rengê avê kar dikim û karê min ti şaşiyê qebûl nake. Ev pêşangeha min ji karê fotoyî cuda ye. Ji ber ku min rasterast ji parçeyên xwezayê yên herêmên cuda yên Kurdistanê girtiye û li ser tabloyê çêkiriye.”

Hunermend Êriş got, hunemend û rewşenbîr deyndarên herî mezin û dîrokî yên Rewandizê ne, ji ber wê yekê li vir pêşangeh vekiriye û got; “Ev pêşangeha min a 5’an e ku li dar dixim. Tabloyên min ên vê carê li ser şêwazê standart ê cîhanî hatine çêkirin ku dikarim di pêşangehên navneteweyî de jî nîşan bidim.”

ROJNEWS/REWANDÛZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.