Sirra behran derxist ser rûyê erdê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Çile 2023 - 02:57

Hunermend Courtney Mattison, bi dircên ji bin behrê berhev kirî, hunerê seramîkê dike. Hunerekî rengo rengo ya xweşik. Hunerekî nazik û kubar e hunerê wê, ew bi vî hunerî di heman demê de bala xelkê dibe ser tinekirina van dirc û mircanan jî. Ji lewre çaranûseke wan a di tehlêkeyê de heye û li ber nemanê ne. Nexasim jî guherîna bi destê insanan a avûhewayê li ser xwezaya wan tesîreke ne baş çêdike û her diçe kêm dibin û nifşê wan tê ber qeliyanê li ser rûyê dinyayê. 

Courtney Mattison koleksiyonên seramîk yên dircan, ku bi rengên xwe yên xweşik dewlemendiya bin behrê nîşan didin weke “antigravite” bi nav kiriye û bi vê yekê xwestiye çarenûsa wan bi bîr bîne. Wê vîdeoyek parve kiriye û tê de gotiye, “Behr jidil jî periyên îlhama min in û ez wisa hîs dikim ku oqyanûs bi sirran dagirtî ne. Derfeta ku meriv serê xwe bixin bin avê û vê xweşikiya dirc û mircanên binê behran bibînin, pirr kêm e. Ji ber vê yekê, min ji bo insanan ew derxistin ser rûyê erdê û hêvî dikim ku ew xelk li wan xwedî derkeve û wan biparêze.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.