- Ferat Kevir: Dikin nakin nikarin Kurdan ji zimanê wan qut bikin. Sinema jî warekî ji wê berxwedanê ye. Sînemakarên ku haya wan ji vê bişaftinê heye, berê xwe didin xwe! Çîroka xwe bi zimanê xwe rave dikin. Hûnerê xwe bi zimanê Kurdî diafirînin. Ev jî diyardeyeke netewebûne ye. Hewce nake hebûna xwe bi hinekan bidin îsbatkirin.
ARDÎN DÎREN
Platforma “CineKurdî” yek ji wan platforman e ku di dema pandemiyê de ji hêla sînemahezên Kurd ve hatiye damezirandin. Platform, li filmên Kurdî temaşe dike, dinirxîne û rexne dike. Her wiha wê heta niha gelek sînemavanên Kurd jî kirine mêvan û derbarê filmên wan de nîqaşên bi Kurdî bi rê ve birine. Em bi endamên plaformê Ferat Kevir û Rojîn A. W. re derbarê xebatên “CineKurdî” de peyivîn û wan jî texsîr nekir, xwe bi pirsên me westandin.
Fikra avakirina platforama “CineKurdî” çawa derket holê?
Ferat Kevir: Dikarim bibêjim, qeyûm û korona kirin Cine Kurd derkeve holê! Piştî ku qeyûm hatin, sazî û dezgehên me vala kirin. Bi sedan şagirt û mamosteyên ku di van sazîyan de ders didan, ketin valahîyekê. Bêgûman hinek kesan wek şanogeran sazîyên alternatif ava kirin û karên xwe dewam kirin lê bes ji bo Sînemayê tiştek bi vî rengî derneket holê. Korono jî bi heman şêweyî kom kirina fizikî asteng kir. Vê care ne qeyûm û tenê ne sazî û dezgehên Kurdan bi seranserî dinya hat qeyûmkirin. Korona bi xwe re mirin anî û jiyana fizikî asteng kir. Pêre jî ji ber bê polîtikbûna hiqumetan jî tevahî dinya kete nav kaosekê de. Kurdan pêşî ji qeyûman dûvre jî ji korona zirar dîtîn. Ji ber ku xwedî tecrûbe bûn alternatîfên xwe zû ava kirin. Dema herkes kete mal û qedexeyên derketina derve dest pê kir, êdî înternet, telefon û kompûter zêdetir di jiayana mirovan de xwe da xûyakirin. Li ser înstagramê û alavên din ên medya civakî weşanên zindî dibûn. Lê bes vê têr nedikir. Dûvre me bernameyeke bi navê Zoomê nas kir. Bi rastî divê pêvajoyê de min giranîya xwe dabû nivîsandine. Rojekê Armanc Dayan li min gerîya û got ku fikreke wisa heye tê karibî tevlî bibî. Fikrekî xweş û bikêrhatî bû. Min eciband û min qebûl kir. Min û wî me bername ava kir û dest bi CineKurdî kir.
Çend endamên CineKurdî hene, heger mirov bixwazin çawa dikarin beşdarî bernameyên wê bibin?
Rojîn A. W.: Heta niha 38 kes bûne endam. Çend kesên ku xwestine bibin endam, ji alîyê rêvebirîya komê ve ne hatine qabûlkirin. Em dixwazin yên ku hem bi sînemayê û hem jî bi sînemaya Kurdî re elaqedar bin, tevlî komê bibin. Li ser rûpela me ya înstagramê forma danasînê heye. Yên ku dixwazin tevlî bibin, wê formê tijî dikin û piştî ku form digihîje ber destê me, tê nirxandin û li gorî vê, yan erê yan jî na, bersiva daxwaza tevlîbûnê ji wan kesan ra tê ragihandin.
Lê belê CineKurdî çi karî dike? Hûn bi xêra xwe behsa naveroka xebatên xwe bikin?
Ferat Kevir: Dema me nû dest pê kir, me bi temaşekirina filman dest pê kir. Berî ku em li filman temaşe bikin, me di du rûniştênen xwe yên pêşî de bernameya xwe safî kir. Pirsa me ev bû: Em ji kîjan filmê dest bi bernameyê bikin? Me dixwest, em zanibin, bê ka di dîroka Sînemayê de Kurd dikarin herin heya kudera dîrokê? Heger em ji çêkirina yekem filma Kurdî dest pê bikin, ew ê kîjan film be. Heger yekem filma ku Kurd tê de hatine temsîlkirin be, wê kîjan film be. Bi saetan ev mijar di komê de hat nîqaşkirin. Bêgûman bi encam bû, lê bes ev encam ne tiştekî teqeze ye ku em bêjin, sedî sed ev e û nayê guhertin. Dema me bername derxist, filma me ya yekemîn filma “Zarê” bû ya ku ji aliye Hamo Beknazaryan ve di 1928’an de li Çiyayê Elegezê bi Kurdên Êzîdî re hatiye çêkirin. Mijar, dever û cil û berg bi Kurdî bûn. Vê jî kêm zêde, têrî me kir ku em karibin Dîroka Sînemaya Kurdî ji vê filmê bidin destpêkirin, û em bêjin, yekem car Kurd di filma Zarê de ketine nav sînemayê. Piştî vê filmê jî wek Kronolojîk Yilmaz Guney tê. Di her sê parçeyên din ên Kurdistanê heta niha tiştekî resen bi dest me neketiye.
Me Destpêka Sînemaya Kurdî ku bi her awayî xwe dispêre Kurd û Kurdîbûyînê bi filma Nizamettin Ariç a "Klamek ji bo Beko" kir. Peyre jî xebatên NÇM´ê yên sînemayê û dûvre jî salên dawî. Ji bo sala nû me bernameyek cuda amade kir. Ji bilî Temaşekirin û şirovekirina filman me mijarên sereke jî kirin nav bernameyê. Mînak, "Di Sinemaya Kurdî de Qerekter", "Di Sînemaya Kurdî de Wêje û Çîrok", "Di Sînemaya Kurdî de Muzîk, Wêne, Senaryo hwd" dewam dike.
Hûn xebatên xwe çawa bi rê ve dibin?
Ferat Kevir: Du rêveberên komê hene. Ez û Armanc. Lê bes her endamê komê xwe wek rêveber dihesibîne û berpirsariya CîneKurdî hildigire. Jixwe, moderatorên rûniştinan bi awayekî xwezayî endamên komê ne. Her rûniştinê endamek bi rê ve dibe û rûniştinê deşîfre dike û li derfetên çapkirinê digere. Bernameya salane rêveber amade dikin. Meh bi meh mijar û film tên diyarkirin. Bernameya ku hatiye amadekirin, pêşkeşî komê dibe û bi komê re tê nîqaşkirin û qebûlkirin. Em di mehekê de du caran kom dibin. Her endamê-a komê li mala xwe bi derfetên xwe li filma ku hatiye dîyarkirin, temaşe dike. Heger hebin nivîs yan jî krîtîkên ku li ser filmê hatine nivîsandin û kirin, dişopînin. Xwe ji bo roja temaşekirin û şirovekirina filmê amade dikin û dikevin rûniştine. Mêvan pisporê wê mijarê ne. Mêvan di rûniştinê de qala mijara xwe dikin û bi rêvebirina moderator bi endamên komê re li ser mijara diyarkirî, nîqaşên xwe dewam dikin. Di temaşekirina filman de vexwendina mêvan dîsa înîsîyatîf a moderator e. Heger bixwaze dikare derhêner, senarîst yan jî lîstikvana/ê filmê vexwîne. Divê her endam bi dsiplîn bikeve rûniştinan. Ji bilî Kurdî bi ti zimanan nayê axaftin. Jixwe, rêzika me ya sereke ew e. Kesê ku bixwaze tevlî CineKurdî bibe, dive bi Kurdî zanibe.
Armanca we ji “CineKurdî” çiye, we çi mîsyonê li vê platformê bar kiriye?
Ferat Kevir: Bi rastî, meydanên ku mirov xwe bi Kurdî tê de îfade bike û jê sûd bigire, pirr kêm in. Derhenêrekî/e Kurd filma xwe çêdike û parve dike. Li filma wî/wê tê temaşekirin. Tê ecibandin yan tê rexnekirin yanî rewşa piştî filman baş nayê şopandin. Sînemakar di vir de têkiliyeke baş bi temaşevanan re çênake. Ew derfet jî bi rastî kêm in. Sedemên vê yekê pirr in. Weke ku min li jor jî qal kir, piştî qeyûm hat sazîyên Kurdan yên hunerî û çandî hemû girtin. Festîvalên ku xizmet ji sînemaya Kurdî re dikirin, hatin betalkirin. Yani xwestin bêhna me biçikînin. Lê bes, me platformeke, qet nebe em pê bêhnê bistînin, ava kir da ku em karibin bijîn heya em ji van qeyûman û nexweşiya korona xilas bibin. Ev platform bi kesên ku pisporiya wan li ser sînemaya cîhanê û ya Kurdî heye, hatiye avakirin. Tesbît û rexneyên wan, di kovar û platformên li ser înternetê de tên parvekirin û xwendin. Mesele ev e ku tu bi keç û xortên Kurd re yên ku di warê sînemayê de pispor in, komekê ava bikî û tu bi wan re hunerê xwe bi zimanê xwe rexne bikî. Mîsyon xizmeta vî zimanî û vê çand û hunerê afirîner e.
Bi zimanê Kurdî nîqaşa li ser sînemayê hest û baweriyeke çawa çêdike?
Rojîn A. W.: Kurd ne tenê di sînemayê de, di hemî huneran de, ji hêla kesên din ve têne binavkirin. Li cîhanekê ku hîna hebûna sînemaya Kurdî tê nîqaşkirin, em bi zimanê xwe li ser sînemaya xwe dipeyivin. Li gorî min, ev pirr watedar e û pêdivî ye. Ji bo pêkhatina sînemayeke xwerû û neteweyî, divê bi qasî derfetên aborî, çanda rexneyê jî werê avakirin. Ji ber ku di saziyên perwerdehiya sînemayê de qala sînemaya Kurdî nayê kirin, divê kesên xwedî zanîna sînemayê werin ba hev. Ez bawer dikim ku li ser çanda rexneyê, sînemayeke neteweyî dê werê sazkirin.
Te gotiye “Li ser sînemaya netewekê” gelo di çarçoveya netewebûnê de em sînemaya Kurdî dikarin çawa binirxînin?
Ferat Kevir: Pirsa Kurd hene yan tine ne û pirsa sînemaya Kurdî heye yan tine ye, êdî bihuriye. Kesên ku van pirsan ji me dikin, esas, nebûna ziman, sînema û çanda xwe jî qebûl dikin. Me dikine nav mijareke sûnnî ku tu bi xwe ve, bi îsbatkirina hebûna xwe ve mijûl bî û tu wî [desthilatdarî] ji bîr bikî. Ev her du pirs êdî ne mijarên me ne. Kurd jî weke her neteweya li ser rûyê dinyayê, netewe ne. Rast e, dewleteke wan tine ye. Lê bes ew hene. Îro dewleta wan tine lê siberoj dibe ku çêbe. Nîqaşa me ne li ser vê ye. Hêmana sereke ya ku neteweyekî diyar dike, ziman e. Kurd li hember ewqas polîtîkayên bişaftinê jî dîsa li ber xwe didin û dev ji zimanê xwe bernadin. Tişta ku desthilatdaran jî aciz û zêdetir êrişkar dike jî ev e. Dikin nakin, nikarin Kurdan ji zimanê wan qut bikin. Sinema jî warekî ji wê berxwedanê ye. Sînemakarên ku haya wan ji vê bişaftinê heye berê xwe didin xwe! Çîroka xwe bi zimanê xwe rave dikin. Hûnerê xwe bi zimanê Kurdî diafirînin. Ev jî diyardeyeke netewebûne ye. Hewce nake hebûna xwe bi hinekan bidin îsbatkirin. Ji dil û mejî çi derkeve ew tê ser ekrana wî/wê. Em Kurd in, ruhê me Kurdî ye û hunerê me jî bi Kurdî ye.
Herî dawî ji bo sînemahezan hûn dixwazin çi bibêjin?
Rojîn A. W.: Ji bo ku sînemaya Kurdî bi pêş ve biçe, temaşekirina li filman bi qasî çêkirina filman girîng e. Divê ew li filmên Kurdî hemûyan temaşe bikin û li ser wan bifikirin. Di şirovekirina van filman de zanîna xwe ya sînematîkî bi kar bînin. Ew ê bibînin ku di sînemaya Kurdî de filmên pirr serketî hene. Û em ê kêfxweş bibin ku ew tevlî me bibin.
Xebatên platforma CîneKurdî
Filmên sêwirandî yên ku li ser wan civîn hatine kirin:
Zarê(1926), Rê(1982), Klamek Ji Bo Beko (1992), Ax (1999), Dema Hespên Serxweş (2000), Votka Lemon (2003), Jana Gel (2007), Min Dît (2009), Meş (2011), Bîranînên Li Ser Kevîrî (2014), Ji Xeyalan Wêdetir (2017), Hewno Bêreng (2017), Cano (2018), Dengê Bavê Min (2012), Rêç (2011),
Belgefilmên li ser wan civîn hatin kirin:
Bîr (2018), 1001 Sêv (2013), Her Mal Dibistanek (2019)
Mijarên hatin minaqeşekirin:
Di Sînemayê De Temsîla Kurdan
Pênasekirina Sînemaya Kurdî
Di Festîvalan de Rastîya Filmên Kurdî
Di Sînemaya Kurdî de Karakter
Di Sînemaya Kurdî de Rastîya Dîasporayê
Di Sînemaya Kurdî de Auteur
Binavkirina Sînemaya Kurdî
Di Sînemaya Kurdî de Senaryo
Dîmena Sînemaya Kurdî çi ye?
Festîvalên Filmên Kurdî û Belavkirina Filman
Hin mêvanên beşdarên civînan:
Rojda Şekersoz, M. Alî Konar, Selmet Guler, M. Salih Demîr, Yasîr Irmak, Ardîn Dîren, Seywan Saedian, Fehîme Karîmî, Homer Mihemmed û yên din.