Siltana kîsikên çayê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 14 Mijdar 2020 - 03:35

  • Ji kisîkên çaya hazir çêkirina berhemên hunerî hatiye bîra Ruby Silviousê. Jixwe ew bi projeya xwe ya '363 rojan çayê' navdar e. Ew îşaret bi muhafezekariya hunerê ji rêûresmê dike û dibêje, “Ji sînoran û wêde bibînin.”

Mînyaturê timî bala mirovan kişandiye ser xwe. Tiştên ku li ser tiştên gelekî hûrik hatine xêzkirin yan jî, li serê qelemeke reş çêkirina peykerên bi hûrgilî, yan jî kitêbên hûrik, minakên vê ne. Lê şêwekar Ruby Silvious rengan û xêzan li ser materyaleke weha xêz dike, wan direngîne û kolajê dike ku hem hunerê wê manedartir dike, hem jî hawîrdorê diparêze. Ew li ser qaqilkên hêkan, li ser kaxezên ambalajê û herî zêde jî li ser kîsikên çaya hazir, hunerê xwe çêdike; ruh bi wan kîsikên çayê tîne. Ew bi vî rengî jî weke şêwekareke mînyatûrê di asta navneteweyî de jî tê nasîn û qebûlkirin.
Ruby Silvious îro di asta neteweyî de bi resmên xwe yên li ser kisîkên çaya hazir xêz dike û direngîne, tê nasîn. Projeyeke wê ya bi navê ‘363 rojan çayê’ heye ku 2 rojên din lê zêde bikira wê sala çayê biqedanda. Axir ji ber ku wê 3´yê Çileyê 2015´an dest bi projeyê kiriye û proje heta bi bi dawiya salê biriye, 363 rojên wê mane. Yanî wê bi rengekî ji rengan “rojnivîskeke” vîzuel a salekê hazir kiriye li ser kîsikên çaya hazir ên bikarhatî.
Di kitêba xwe ya li ser huner û hunerê xwe de, Ruby Silvious ji xelkê ku li berhemên hunerê dinihêrin, dixwaze, xwedî fikreke vekirî bin û ji sînoran û wêde bibînin. Sînorên ew behsa wê dike jî sînorên wî hunerê ne yê ku xwe ji rêûresmê bi nav dike.*

Senteza Asya û Emerîka


Li ser şêwekariya wê ya li ser kisîkên çaya hazir, hem îlhama ji ger û geşta wê ya li dinyayê nîşan didin, di gelek weşanên cihê de hatin nîşandan. Mesela di CNN Travel, The Guardian, Der Spiegel, Good Morning America/ABC News, û Ripley’s Believe de ev berhemên wê hatin nîşandan yan jî çapkirin. Ruby Silvious ji Emerîkiyên Asyayî ye. Ew ji Japonyayê ye. Hem li welatên rojhilatê Asyayê û hem jî li Emerîkayê perwerde bûye. Mirov reng û xetên çand û hunerê rojhilat û başûrrojhilatê Asyayê jî di hunerê wê de dibîne. Ew niha li New Yorkê dimîne û hunerê xwe jî li vir bi pirranî çêdike. Berhemên wê navneteweyî û neteweyî di pêşangehên taybet û li raya giştî vekirî tên nîşandan.

Pêşangehên wê yên vê dawiyê


Ji ber koronayê, mirov qederê salekê neçar jê derêxe jî, Tîrmeha 2019´an Ruby Silviousê berhemên xwe di pêşangeheke li Agios Ioannis a li Yewnanistanê nîşan dan. Wê ev berhemên xwe di çarçoveya bernameyeke Mudhouse Residency ya li girava Grîtê çêkirin. Beriya wê di Adara 2019´an de hunerê Ruby Silviousê bi pêşangeheke solo li galeriya Creative Space Hayashi ya li Chigasaki ya Nakagawa hatin nîşandan. Nakagawa ji parêzgehên Japonyayê ye. Ew sala 2017´an jî di çarçoveyeke bernameyeke li LM Studio ya li bajarê Hyères ê li başûrê Fransayê de, pêşangeheke solo çêkir bi navê “Printemps en Provence: 26 Days of Tea in France (Bihar li Provencê: 26 rojan çay li Fransayê).”
Di navbera Çile û Tebaxa Îsal de jî li Albany Institute of History and Art a li New Yorkê bi navê “Recycled and Refashioned: The Art of Ruby Silvious” pêşangeha wê ya solo hebû. Wê heta niha bi dehan xelat wergirtine.

* Times Union (Entertainment section), April 2020

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.