• Helbestvan Bekir Elî di 26’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Silêmaniyê hate bibîranîn.

Helbestvan Bekir Elî di 26’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Silêmaniyê hate bibîranîn. Di merasîma bîranînê de malbata wî, gelek helbestvan û wêjevan amade bûn.
Bekir Elî beriya bi 26 salan ji ber ku xwedî li mafên kesên hejar derdiket û rexne li desthilatê digirtin. Ew 1´ê Îlona 1994´an nêzî Baxê Giştî yê Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Bi boneya salvegera 26´an a qetilkirina wî li Baxê Giştî yê Silêmaniyê merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de muzîk hat kirin û helbest hatin xwendin.
Piştre jî perde ji ser tabloya portreyê Bekir Elî hate rakirin.
Li ser navê malbatê xuşka Bekir Elî, Derya Mihemed malavahiya kesên beşdarî merasîmê bûne, kir.
Piştre peyama komîta amadekar a merasîmê hate xwendin û çend helbestên Bekir Elî ji aliyê Hawrê Şiwane ve hatin xwendin.
Helbestvan Bekir Elî sala 1968’an li taxa Kanî Askanî ya Silêmaniyê ji dayîk bûbû. Ji ber hejariyê nekarî xwendina xwe dewam bike. Lê Bekir Elî bi keda xwe karî bibe yek ji helbestvanên diyar ên bajarê Silêmaniyê. Bi dehan berhem derxistin. Ji ber ku li dijî desthilatê mafê kesên hejar diparast û rexne li desthilatê dikirin, hate qetilkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ