Sîleha herî mezin Cinecitta şewitî!

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 3 Tebax 2022 - 21:03

  • Stûdyoyên sînemayê yên Cinecitta ku li peytexta Îtalya Romayê ne û gelek navdar in, şewitîn û zirar li wan bû. 

Stûdyoyên sînemayê yên Cinecitta ku li peytexta Îtalya Romayê ne û gelek navdar in, şewitîn û zirar li wan bû.

Cinecitta xwedî stûdyoyên herî mezin ên Ewrupoyê ye û weke “Hollywooda Ewrûpayê” tê zanîn.

Di şewatê de gelek setên filmên ku hatibûn hazirkirin, şewitîn.

Cinecitta di serdema Faşîzma Mussollînî de sala 1937’an bi dirûşmeya “Sînema çeka herî bi bandor e” hatibû damezirandin. Wan dixwest bi Cinecitta pîşesaziya sînemaya Îtalyayê bi pêş bixin û bi vê yekê propagandaya xwe bikin. 

Li Cinecitta heta niha bêhtirî 3 hezar filman hatine çêkirin. 90 filmên ku li vir hatin çêkirin, bûn berendamê Oscarê û gelek xelat wergirtin.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.