Derfeta afiriye divê neyê tunekirin

În 12 Kanûn 2025 - 03:50

DEM Partî li Stenbolê di 6-7’ê Kanûnê de “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Ji gelek welatan kes tevli konferansê bûn. Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Îtalyayê Laura Bodrînî jî ku tevli konfernasê bû di bin sernavê ‘Veguherîna nêrîna Ewropayê ya li dijî Pirsgirêka Kurd:Ji mafên takekesî ber bi mafên kolektîf ê zemîna azadî û aştiyê de’ axivî. Lura Boldrînî ku yek ji siyasetmedarên girîng ên di qada têkoşîna mafên jin, penaber, azadiya fikr û raman û dijberbûna faşîzmê dide, di axaftina xwe de bi taybet anî ziman ku divê saziyên navneteweyî azadiya Rêber APO bixwazin.

Laura Boldrînî diyar kir ku pêvajoya niha li Tirkiyeyê dimeşe gelek girînge û got:“Ev pêvajo girîng e. Dema ku li welatekî pêvajoya aştiyê hebe divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide pêvajoyê. Heta ji piştgiriyê zêdetir divê bikin. Divê aktorên navneteweyî pêvajoyê hêsan bikin.” Laura Boldrînî balkişand ser banga Rêber APO û got:“Birêz Ocalan bang kir û piştî vê partiya wî PKK’ê feshkirina xwe îlan kir û pêvajoyek nû ya aştiyê dest pê kir. Ji ber vê divê qada navneteweyî zêdetir eleqe nîşan bidana. Ev mijarek pir girîng bû. Piştî şerê 40 salî ev derfet afirî. Tevî vê derfetê saziyên li Ewropayê rol û mîsyon negirtine ser xwe.Ji ber vê dema vegerim Îtalyayê ez ê ji hikûmeta Îtalyan re bêjim çima hûn bêdeng mane, çima we pozîsyonek negirtiye û we piştgirî nedaye. Ji ber ku divê saziyên Ewropayê di pêvajoyên aştiyê de rol bilîzin. Lê heta niha rol negirtine. Li seranserê cîhanê mafê mirovan tê piştgûhkirin. Ev mijar di pêvajoyên aştî û demokrasiyê de hîn bêtir girîng in.  Hemû cîhan di qonaxeke girîng de ye. Ev jî bi fikare. Divê em xwe şûnde nedin alî. Divê em xwe rêxistin bikin. Ji ber rastgirt û partiyên rastgir xwe pir baş organîze kirine. Ji ber vê divê em dersan bigirin û piştgiriyê bidin xwe.”

Laura Boldrînî  destnîşan kir ku Rêber APO bê navber li ser rola jinan a di pêvajoyê de disekine û got:“Ez tevli vê dibim. Di vê pêvajoyê de jin li plana dawî  hiştin şaşiyek pir mezine. Biryara şeran her tim mêr didin. Li gorî min di pêvajoyên aştiyê de jin baştir muzakere û navbeynkariyê dikin. Tevlibûna jinan a pêvajoyê derfteke dîrokiye. Divê jin hîn bêtir xwe xurt bikin û rol bigirin.” 

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.