Zimanzan Zana Farqînî, têkildarî zextên li ser zimanê Kurdan nirxandin û îşaret bi girîngiya bipêşxistina Kurdî kir. Zana Farqînî diyar kir ku zextên sîstematîk ên li hemberî Kurdî didomin û got, ziman xezîneyek e, tu çi qasî dereng bimînî tu yê ew qasî tiştan winda bikî û îşaret bi xwedîderketina li ziman kir. 

Farqînî anî ziman ku Kurdî bi salan e rastî zextan tê, xebatên derbarê Kurdî de tên astengkirin û got, "Dersên Kurdî tên qedexekirin. Tu li dibistanan Kurdî tecrîh dikî, lê rêveberên dibistanê bi hincetên cuda dibêjin, 'hejmar kêm e'. Bi hincetên wiha ders tên betalkirin." 

 

Kurdî her tim krîmînalîze dikin

Zana Farqînî diyar kir ku Kurd jî ji ber ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikevin rastî êrişan tên û girtina saziyên Kurdan ên bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatin girtin, bi bîr xist. Farqînî destnîşan kir ku bi qedexeyên li ser Kurdî re qedexeyên li ser Kurdan jî zêde bûne û got, "Gava pirtûkeke bi Kurdî bi kesekî re bibînin, gava bibînin kesek bi Kurdî distrê yan jî gava kesek diçe nexweşxaneyê bi Kurdî diaxive, heqaretê lê dikin û tew carinan dikujin. Ger tu Kurd bî, sifeta 'terorîst' datînin ber navê te yan jî te krîmînalîze dikin."  

 

Ziman bi ruh û can bikin

Zana Farqînî ji bo zindîbûna zimanekî îşaret bi zarok û ciwanan kir û got, hînkirin tenê têr nake: "Hêdî hêdî zimanê navmalê jî dibe Tirkî. Ger zimanê nav malê veguhere zimanekî din, nexwe em ketine nav şaşiyeke mezin. Ger Kurdî qedexe be, nexwe divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Meseleya ziman, girêdayî xwenaskirinê ye. Em dibêjin zimanê me hebûna me ye, rûmeta me ye. Madem wiha ye, nexwe em tenê dirûşman berz nekin, ew bi ruh û can bikin."  

Farqînî ji bo domdariya zimên û bipêşxistina wî bal bire ser sê faktoran: "Alfabe, gramer û ferheng."  Farqînî di dawiya axaftina xwe de got, ziman xezîneyek e, tu çi qasî dereng bimînî tu yê ew qasî tiştan winda bikî û îşaret bi xwedîderketina li ziman kir. 

MA/STENBOL