Siberoj bi Rêveberiya Xweser e

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 00:58

Der barê girîngiya diyaloga di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikumeta Şamê de, rewşenbîrên sûriyeyî yên li bajarê Helebê axivîn. Nivîskar Welîd Hebeş bal bire ser destpêka aloziyê û got:"Daxwazên xwepêşandêran sala 2011’an mafdar bûn lê destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî, şoreş an jî serhildan ji rêya wê derxist û veguherî aloziyekê ku heta niha berdewam e." Hebeş îşaret bi rola dewleta Tirk a di aloziyê de kir û got:"Aliyê herî xerab e. Wê kesên selefî û cîhadî bi rêya sînorên xwe derbasî Sûriyeyê kir." Hebeş helwesta gelê herêmê û hin partiyên Kurd ku xeta sêyemîn hilbijart û projeya neteweya demokratîk ji xwe re kir bingeh silav kir û got:"Li ser bingeha xweparastinê, hêz hatin avakirin da ku forumeke hevgirtî ya diyalogê tê avakirin ku sûriyeyiyan tev de hembêz bike." Hebeş da zanîn ku divê bajarên Sûriyeyê li şûna Cinêv û Astanayê bibin navenda diyalogan û di heman demê de aliyên navneteweyî û herêmî rexne kir ku li pêşiya diyaloga sûriyeyî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser asteng dikin û nûnerên herêmê ji civîn û kongreyên têkildarî aloziyê li gelek welatan têne lidarxistin, dûr dixin.

Diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser, hikumeta Şamê û aliyên din ên Sûriyeyê de ji bo pêşeroja Sûriyeyê çareseriya herî guncaw e.

Tirkiye û Rûsya aloziyê kûrtir dikin

Profesorê dîrokê Mihemed Şêx Qenber jî diyar kir ku Enqere ji bo aloziyên xwe yên siyasî û aborî derxe derve bi hemû hêza xwe hewl dide bi Şamê re li hev were lê armanca sereke şerê Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk li Sûriyeyê ye û got:"Ji ber siyasetên dewleta Tirk ên ji serdema osmaniyan ve nehatine guhertine, alozî kûrtir dibe. Di bin navê olê û îslamê de xêr û berakatên gel didize çi li Qibirsê yan jî Lîbyayê yan jî li Sûriyeyê yan jî li her deverekê destwerdana wê kirine. Paşeroja Sûriyeya nû bi sepandina demorasiyê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ve, dûrî fikrên netewperest ên hikumeta Şamê û radîkal ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, girêdayî ye."

Nivîskar Mihemed Elî jî got:"Rûsya bi dirêjkirina temenê aloziyê roleke neyînî dilîze. Ew fişarê li hikumeta Şamê dike ji bo ku bi Enqereyê normalîze bike. Tişteke normal e hikumetên Iraq û Îranê tevlî hewldanên normalîzekirinê bibin ji ber ku destê her 4 hikumetan di komployên li dijî gel Kurd û qirkirina wî de heye. Rêveberiya Xweser di diyaloga li gel her aliyeke Sûriyeyê de veto nekiriye. Ev jî cidiyeta wê di bidawîkirina aloziyê de nîşan dide. Divê biryara 2254’an di diyalogên paşerojê de yên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bingeh be."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.